​​​​​​​Dewleta Tirk a dagirker û çeteyan 100 hezar donim çandinî şewitand

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora 100 hezar donim zeviyên çandinî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir xwelî.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê ji bo parastina zeviyan ji şewatan û bi armanca ku şewta ku par derketî îsal dûbare nebe gelek tedbîr girtin. Di vê çarçoveyê de zêdeyî 41 hezar endamên Hêzên Asayîşê û Hêzên Parastina Civakî (HPC) ji bo  vê (peywirê )mîsyonê erkdar kirin. Lê tevî vê  yekê jî li gelek deveran şewat çêdibe.

Sedemên piraniya şewatên di zeviyan de artêşa Tirk dagirker û çeteyên wê û şaneyên veşartî yên DAIŞ‘ê ne. Car caran ji ber pirsgirêkên di deraseyan de an jî kontaka kehrbeyê şewat çêdibe. Ev şewat jî rûberên biçûk dide ber xwe.

Li gorî daneyên ku me ji cotkaran kom kirine, heta niha 100 hezar donim zeviyên genim û ceh û 360 donim baxçeyên darên zeytûnan hatine şewitandin.

TIRKIYÊ Û ÇETEYÊN WÊ ZÊDEYÎ NÎVÎ ŞEWITANDIYE

Piraniya şewtên ku li deverên li Cizîrê, Firat û kantona Şehbayê li hemberî herêmên ku artêşa Tirk û çeteyên wê dagir kirine çêdibin, diyar dikin ku dagirker bi zanebûn wan şewatan derdixîne û rê nadin ku tu kesî ji bo ku xwe bighîne cihê şewatê da ku vemirîne. Li gorî daneyan 55 hezar û 60 donim zeviyên genim, ceh û zeytûn şewitîne û zêdeyî 3 hezar û 500 darên zeytûnan telef bûne.

Rûpîvana ku ji ber artêşa dagirker û çeteyên wê şewitîne wiha ye:

Li navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê 13 hezar donim zeviyên çandiniyê yên gundên "Qasimiyê, Rîhaniyê, Sîbatiya, Um El-Kêf, Til Tewîl, Erîşa, Dawidiya Silmasa û Til Goran" hatin şewitandin.

Li navçeya Zirganê ya kantona Hesekê 17 hezar donim zevî li gundên "Şêx Elî, Til Menax, Um Şeîfa, Rebîhat û Esediyê" hatin şewitandin.

Li herêma Firatê jî, tevî  35 darên zeytûnan 21 hezar û 560 donim zeviyên genim û ceh hatin şewitandin. Gund û bajarên şewat lê derketin ev in: Eyn Îsa, Cirin, Şirgirakê, Bîrk, Xerab Xel, Omerk, Qecer, Kofî, Êtoyiran, Esaf, Zinar Esaf, Karoz, Mişko, Bender, Şiyûxa Jorîn, Boraz û Qereqewî.

Li bajarê Minbic û gundewarê wê jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê agir bi hezar û 540 donim zeviyên ceh û 360 donim bax û baxçeyên zeytûnan li navçeya Muhteriq û gundên Yaşlî û Cib Mexzûm xistine û ew bûne xwelî.

Li kantona Şehbayê hezar û 600 donim zeviyên çandiniyê  şewitîn û 3 hezar û 500 darên zeytûnan telef bûn.

Li herêmên din

Li herêmên din ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şewat derket  a ku rûpîvaneke mezin a zeviyên çandiniyê da ber xwe.

Li navçeyên Til Berak û Til Hemîsê yên kantona Qamişlo 4 hezar donim zeviyên çandiniyê şewitîn. Şewat li gundên Qerai Temaş, Til Nasir, Ihêmer, Henwa û Wawiyê derket.

Gundewarê kantona Hesekê rûpîvana zeviyên çandinî yên şewitîne gihaşt 27 hezar û 70 doniman. Deverên ku şewat lê derket ev in: "Til Emîr, Til Celad, Qebir Amir, Um Cema, Sebîxa, Salaliyê, Tewq El-Milih, Qana, Rebîhat, Mizêria, Silêmaniyê, Sifeya, Tirimbat, Micercai, Himer, Xerîta, Mexrûm, Til Sexir, Diêbil, Zîba, Um El-Kuber, Mêlibiyê, Elwanî, Tiwêna, Wehşik, Enîq El-Hewa, Cabiriya, Girê Reş, Mehmûdiyê, Girê Bozan, Enteriyê, Qemera rojava û rojhilat, Heciya, Hilêwat, Qeraqtiya û Bergîlê Boz.

Li gundewarên bakur û bakurê rojavayê bajarê Dêrazorê jî 14 hezar û 100 donim zeviyên çandiniyê şewitîn.

3 Sivîlan jiyana xwe ji dest da û 2 jî birîndar bûn

Komîteyên rewşên awarte, focên agirkujiyê bi hevkariya şêniyan şewatan vedimirînin û hewl didin ku berfireh nebe. Hevserokê Desteya Aborî û Çandinî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Silman Barûdo diyar kir ku di encama vemirandina şewatan de 3 sivîlan jiyana ji xwe dest da û 2 jî bi giranî birîndar bûne.

Şewata ku par li zeviyan derketî bandoreke neyîn li şênî, berhemên çandinî û cotkaran kir.  Ji ber vê yekê her kes hewl dide zeviyan biparêze, nemaze ku bicihanîna qanûna Qeyser nêzî dibe û nirxê pereyên Sûrî li bermaberî dolar hildiweşe.

Rêveberiya Xweser beriya mewsimê çinînê nirxên kirîna genim bi 225 lîreyên Sûrî ji bo her kîloyeke diyar kir. Piştre ev nirx guhert û kir 315 lîreyên Sûrî. Her wiha nirxa kirîna ceh, ji bo her kîloyekê bi 150 lîreyên Sûrî diyar kir.

ANHA


Mijarên Din