​​​​​​​Dewleta Tirk 4 şaredariyên din ên HDP’ê desteser kirin

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk, qeyûm tayînî şaredariyên HDP'ê yên bajarên Sêrt, Misirc, Hawêl û Îdirê kirin. Her wiha 4 hevşaredar jî binçav kirin.

Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk a dagirker, qeyûm (karmendên dewletê yên li şûna şaredaran tên xebitandin) tayînî şaredariyên HDP'ê yên bajarên Îdir, Sêrt û navçeyên Misirc û Hawêlê kirin.

Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamyayê hejmara şaredariyên HDP'ê yên qeyûm lê tayîn kirine, derket 44'an. Wezaretê hevşaredara Sêrtê Berîvan Helen Işik, hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsilmaz û hevşaredarê Misircê Baran Akgul ji peywirê girtin û qeyûm tayînî şûna wan kirin.

Polîsên dewleta Tirk avahiyên şaredariyan dorpêç kirin.

4 HEVŞAREDAR GIRTIN

Piştî qeyûman hevşaredara Sêrtê Bêrîvan Helen Işik, hevşaredarê Îdirê Yaşar Akkuş, hevşaredarê Hawêlê Ramazan Sarsılmaz û hevşaredarê Misircê Baran Akgul binçav kirin. Polîsan di serdegirtina malên hevşaredaran de deriyên malan şikandin.

HDP'ê di hilbijartinên 31'ê Adara 2019'an de 65 şaredarî qezenc kiribûn. Heta niha qeyûm tayînî 44 şaredariyan kirin.


Mijarên Din