‘Dewleta dagirker dixwaze gelê Sûriyê parçe bike’

Şêniyên herêma Efrînê yên Kurd, Ereb û Turkmen gotin: “Dewleta Tirk a dagirker siyaseta parçekirina gelê Sûriyê dimeşîne. Lê êrişên dagirkeriyê girêdan û yekîtiya me xurttir dike.”

Pêkhateyên ku ji ber êriş û zilma artêşa Tirk û çeteyên wê ji Efrînê koçberî kantona Şehbayê bûne gotin: “Girêdan û yekîtiya gelê Sûriyê pir giring e.”

Ji girîngtirîn rêgezên projeya neteweya demokratîk biratiya gelan e. Pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Turkmen, Suryan û Ermen li gorî wê rêgezê li ser axekê û bi hevparî dijîn.

Rêveberiya Xweser projeya neteweya demokratîk a ku Rêber Abdullah Ocalan pêşkêş kiriye ji danûstandinên xwe re bi dozên siyasî, civakî, çandî û dîrokî kiriye bingeh.

Şêniyê bi navê Mihemed El-Hisên ê ji pêkhateya Ereb dibêje: "Her ku êriş li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê çêdibin, yekîtî û girêdana me bi hev re zêde dibe. Bi biratiya gelan me li dijî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê liber xwe da. Me axa xwe ji dagirkeriyê rizgar kir. Ji ber ku biratiya gelan rolek lîst û hemû pêkhate gihandin hev.”

Şêniya bi navê Zîlan Walo got: "Em bi hev re li herêmekê bê cudahî dijîn. Ev yek bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan  pêk hat. Dewleta Tirk a dagirker hewl dide gelê herêmê parçe bike. Li dijî demokrasiyê û yekîtiyê şer dike.”

Şêniyê bi navê Mihemed Cuma yê ji pêkhateya Turkmen wiha axivî: “Tevahiya pêkhateyên herêmê bi hev re wek malekê dijîn. Ev tişt bi saya fikrê Rêber Abdullah Ocalan pêk hat. Armanca sitemkar Erdogan ew e ku fikrê demokratîk û biratiya gelan di navbera Ereb, Kurd, Ermen, Suryan, Turkmen û Asûran de ji holê rake.”

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve Tirkiye bi rêgeza xwe ya siyasî, olî û nejadî destwerdana Sûriyê kir. Ji ber wê her ku çû rewşa Sûriyê aloztir bû. Komên çeteyên terorîst derxist holê. Van koman di bin navê ol de gelê Sûriyê qir kirin. Tirkiyê jî destek da van koman. Yek ji van koman jî rêxistina DAIŞ’ê ye.

(şx)

ANHA


Mijarên Din