Deverên dîrokî yên Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû mane

Hevserokê Gerînendeya Şûnwaran a Kantona Efrînê Hemîd Nasir bal kişand ser cihên dîrokî yên li kantona Efrînê û got: "Ji ber dagirkiriya Tirkiyê deverên dîrokî yên Efrînê bi qirkirinê re rû bi rû mane."

Dewleta dagirker a Tirk û çeteyên wê li kantona Efrînê destdirêjî û hovîtiya li dijî şûnwarên Efrînê ku dîroka wan vedigere sêdên salên beriya zayîn, didomînin. Li gorî pisporên şûnwaran, kiryarên der heqê dîroka Efrînê de pêngaveke nû ya qirkirinê ye.

Ji aliyê xwe ve jî gerînendeyê Şûnwaran a kantona Efrînê bi rêya çavkaniyên xwe yên taybet hewl dide binpêkirinên rojane bibelge ji raya giştî re parve bike. Di wê der barê de belge û dosyeyan amade dike. Têkildarî rûdanên dawîn ên li Efrînê, hevserokê Gerînendeya Şûnwaran Hemîd Nasir hin agahiyên taybet ji ajansa me ANHA ’yê re parve kirin.

Nasir îşaret pê kir ku dewleta dagirker a Tirk bi balafirên şer şûnwarên Eyn Darayê yên li navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kirin hedef û wêran kirin û got: " Di 29’ê meha borî de hin deta gihaştin ber destên me ku Tirkiyê bi alavên giran, weke; Tirks, cihên dîrokî kolandin. Di encama kolanê de parçeyên dîrokî yên mezin di bin erdê de hatin dîtin (zêdetirî 100 parçeyî). Piştre rêkirin Tirkiyê."

Di raydeya duyemîn de ji hêla girîngiya cihê dîroke ve piştî nuqteya Endara, girê Birc Ebdalo yê li naçveya Şêrawa ye. Li gor dîmenên ku gihaştine Gerînendeya Şûnwaran, Nasir wiha got: "Di vê demê de 4 treks û alavên giran ên dîtir dixebitin. Dîmenên ku hatin ber destê me hovîtiya dagirkeriya Tirk û çeteyên wê li hember şûnwarên Efrînê diyar dibin ku girên dîrokî bi erdê re rast kirin."

Ji aliyekî din ve jî Nasir raber kir: "Tirkiyê girê Cindirêsê vegerandiye baregehekî leşkerî ku tê de tang û çekên giran hene. Li vir pirs heye. Gelo alavên şer dibe li nêzî nuqteyên dîrokî werin bi cihkirin? Çawa nuqteyekî leşkerî yê taybet li herêma Cindirêsê ku tê de cihên dîrokî hene, tê avakirin?"

Nasir anî ziman ku di demkê de ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê cihên dîrokî yên li Efrînê kirine baregehên leşkerî dê çarenûsa şûnwarên Efrînê wê çawa be. Her wiha di her kêliyekê de dibe ku cihên dîrokî di wêrankirina temamî re derbas bibin.

Di dirêjahiya axaftina xwe de Nasir diyar kir: "Girê Sendênkê yê li herêma Cindirêsê bi temamî hat wêrankirin. Ji ber ku dewleta dagirker a Tirk gir bi alavên giran koland û vekolandin. Her wiha li girê Meydankê yê navçeya Şerayê jî ku li ser asta cîhanê girîngiya wê tê nasîn koland. ji wê jî zêdetir girên Ereb Şêxo yê Şerayê û Ziravkê yê navçeya Mabatayê ku di van demên dawîn de wekî cihên tûrîzmê bûn, jî hatin kolandin."

Nasir bi bîr xist: "Li navçeya Şêrawa di her mal û cihekî de parçeyên dîrokî hene. Jê jî gundê Beradê yê ku di 2011’an de di lîsteya kultura çandê de hatiye qeydkirin. Li gor çavkaniyên pê bawer, niha bûne baregehên artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê tevî çekên wan ên giran."

Dewleta dagirker a Tirk binesaziya hotêla dîrokî ya kevnare li Şêrawa wêran kir.

Nasir wiha domand: "Tevahî cih, nuqte û parçeyên dîrokî yên kantona Efrînê di bin hovîtî, zilm û qirkirina artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de ne û bi îmhakirinê ve rû bi rû mane." Li dawiyê Nasir bang li civaka navdewletî, NY’yê û UNESCO kir ku bi erkên xwe der barê şûnwar û dîroka Efrînê rabin û ji bo belgekirina şûnwarên Efrînê divê komîteyeke navdewletî bê avakirin da ku kiryarên dagirkeriya Tirkiyê ku bi serê dîroka Efrînê de pêk tîne, bişopîne û berê xwe bide Efrînê.

(fr)

ANHA


Mijarên Din