Detayên ku jibîr nabin.. jinên Reqayê şahidên Fermana 73`an in

Hîna jinên Reqa detayên çalakiyên şer û bindestiyê ku çeteyên DAIŞ`ê derheqê jinên Êzidî di fermana 73`an beriya 5 salan kir, tên bîra wan,ku jin li sûkan firotin ji sûcên herî qirêj derheqê jinan û mirovahiyê de di sedsala 21`an hate kirin.

Beriya 5 salan, cîhan li ser nûçeya dagirkirina çeteyên DAIŞ`ê ji Şengalê li Başûrê Kurdistanê şiyar bû, bi wê re îşên hezaran ji Êzidiyên ku ser destê çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin dest pê kirin, lê tiştê ku jinan dît, ne tenê kuştin bû, gihaşt asta firotina jinan li sûkên li bajarê Reqa û Mûsil ku di bin dagirkeriya çeteyan de bû.

Di şeva 3 Tebaxa 2014`an çeteyên DAIŞ`ê êrîşeke berfireh ser Şengalê de anî, piştî ku 18 hezar şervanên PDK – Iraqê û artêşa Iraqê tevî çekên xwe yên giran jê vekişiyan û şênî bûn qûrbaniya DAIŞ`ê.

Komkujiya Tebaxa 2014`an bû fermana 73 derheqê Êzidiyan, ew mezintirîn komkujiyên di sed sala 21`an û ya herî zêde hovane derheqê mirovahiyê bû, çeteyên DAIŞ`ê Êzidî bi rêyeke herî qirêj qetil kirin û komkujî pêk anî, destdirêjî li zarok û jinan kirin û li sûkan firotin.

Jinên Reqayê rûdanên ji kiryarên çeteyên DAIŞ`ê derheqê wan jinan dîtin vegotin û hîna detayên tiştê jinan ji zilma DAIŞ`ê dîtin tên bîra wan.

Bajarê Reqayê ku çeteyan ji xwe kirbû paytext, ji bajarên şahidiya kiryarên çeteyan derheqê jinên Êzidî dike, çeteyan hezaran jinên Êzidî revandin û li sûkan firotin û bazirganî bi wan kirin.

Cihên şahidiya îşkenceya jinên Êzidî

Çeteyên DAIŞ`ê dibistana Rabîa El-Ediwiyê li taxa Şiyêb û lîstikgeha Eswed li navenda bajarê Reqa û fekulteya Itîhad veguherandin zindanên jinên Êzidî.

Hîna nîşaneyên îşkencekirin û tûndiyê li ser dîwarê lîstikgeha Eswed ku kirbûn zindana jinên Êzidî xuya dikin.

Çeteyan mezreya Zelûf û fekulteya Itîhad ên li herêma Kesra Ferec her wiha dibistana Rabîa Edwiyê ya li taxa Şiyêb li navenda bajarê Reqayê kirin zindana jinên û îşkencekirina wan ser destê çeteyan.

Welatiya bi navê Seîdê El-Qasim ji bajarê Kesrat rûdanên ji kiryarên çeteyên DAIŞ`ê dît wiha got "Çeteyan dest danîn ser mezreya yek ji welatiyên herêmê û şêniyên wê d koç kirin û ew veguherandin zindan û di navbera her 2 rojan jinên Êzidî dixistin vê zindanê, min gelek caran dît jin hewl didin bi rêya dîwarê mezrê birevin lê ji wan rizgar nedibûn." 

Gelek ji wan hewl dan birevin

Seîde û hevjînê wê dîtin ku gelek jin hewl didin di ser dîwarê mezreyê birevin, lê çeteyan destdirêjî li wan kirin, di nav wan de zarokeke ku temenê wê 12 salî bû, ji ber lêdanê ji çeteyan jiyana xwe ji dest da.

Her wiha welatiya bi navê Hozan Ebdellah Şiyêb ku li taxa Şiyêb dimîne, behsa îşkenceya ku çeteyên DAIŞ`ê derheqê jinên Êzidî yên di dibistana Rabîa Edwiyê de kir û wiha got: "Yek ji rojan ez li ser dengê balafirê ku dibistanê bombebaran dike şiyar bûn, min dît jinên Êzidî bilez hewl didin ji zindanê derkevin, jin li ser rêyên kolanên sereke belav bûn, hin ji wan dikaribûn birevin û hin ji wan çeteyan ew girtin, hin ji wan jî berê xwe dan çem û xwe xelas kirin."

"Ew bûyer hîna di mejiyê min de ye"

Endama rêveberiyê ji Rêveberiya Jin a Reqayê Meryem Ibrahîm El-Ebo, detayên wan rojên reş bibîr tîne û vegot: "Ew bûyer hîna di mejiyê min de ye, dema ku ez bi malbata xwe re diçûm ser rêya çemê firatê, erebeya çeteyan di nêviyê rê de sekinî bû, min dît 2 jin bilez ji erebeyê derketin û hewl didin xwe di ser çem re bavêjin, jinekê hewl da xwe bavêje lê ya din nikaribû xwe bavêje, çeteyan ew girtin, wê demê min nas kir ew Êzidî ne."

Der barê cihên ku çeteyan ji xwe re kirbûn zindan, Meryem wiha got: "Fekulteya Itîhad şahidiya zilma ser jinên Êzidî û îşkencekirina wan dike, qirîna wan li fekulteyê deng vedida, hemû şêniyên li wir şahidiya qirîna jinên Êzidî dikin."

Ji bo bîranîna jinên Êzidî

Di dawiya axaftina xwe de Meryem wiha got: "Ji bo desteka jinên Êzidî ku hemû cureyên îşkenceyan ser destê çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê dîtin, dê Rêveberiya Jin li Reqayê li listîkgeha El-Beledî çalakiyekê lidar bixe, tê de dî cil û bergên Êzidiyan li xwe bikin û em ê wê bîranînê bi yek dil û beden bi jina Êzidî re bibîr bînin."

(jo)

ANHA


Mijarên Din