‘Destwerdana Tirkiyê ya di Lîbyayê de berdewamkirina  piştgiriya terorîzmê ye’

Nivîskar û şîrovekarê filistînî Mihemed Ebû Mihadî got: “Tirkiyê ji vekolandina gazê li beravên Qibirsê piştî gefên Ewropayê di ferzkirina cezayan de gav paşde bavêje. Ji ber ku Erdogan dibîne ku ev gav hewldaneke da ku gelê Tirkiyê li dora xwe kom bike, bi taybetî piştî windakirinê li asta hundirîn û tazîbûna gotina `geşpêdan û pêşketin` di serdema Erdogan û partiya wî de.

Nivîskar û şîrovekarê filistînî Mihemed Ebû Mihadî li ser destwerdana Tirkiyê di welatên ereb de ji ajansa me re axivî. Ebû Mihadî got: "Ez bawer nakim ku Tirkiyê div ê demê de dest ji vekolandina zeviyên petrol û gazê di nav ava Qibirsê paşde gav bavêje. Du sedemên vê yekê hene.”

Li gorî Ebû Mihadî sedema yekemîn: "Erdogan ji mijulbûna civaka navdewletî bi dosyaya Îran û pêşdeçûnên bi lez li Kendav û gefên li ser tevgera avê ya navdewletî sûd digire. Texmîn dike ku cîhan nikare zêdetirî eniyekê di heman demê de veke. Mijara Îranê mijara sereke ye."

‘Erdogan bi xeteriya li ser pêşeroja xwe hesiya ye’

Li gorî Ebû Mihadî sedema din jî: "Erdogan êdî bi xeteriya li ser pêşeroja xwe ya siyasî hesiya ye. Piştî ku partiya wî di hilbijartinan de 4 şaredariyên giring winda kir. Ev jî rewşek mezin ji gotegotan di hundirê partiyê de ava kir. Ji ber wê yekê ji damezrînerên AKP û cîgirê serokwezîran ê berê Elî Babacan ji partiyê istîfa kir û dihizire partiyekî nû ava bike. "

‘Gelê Tirk şikestina Erdogan dît’

Ebû Mihadî diyar kir ku israra Erdogan ne ji cesaretê tê, ew bawer dike ku bi vê hizirê dê gelêrîbûna xwe ya partîyetî ya ku winda kiriye vegerîne. Ebû Mihadî wiha domand: "Gelê Tirk şikestina Erdogan li hember Rûsyayê piştî bûyera xistina balafira Rûsî dît. Dîtin ku çawa Erdogan şertên Pûtîn hemû pêk anîn. Her wiha şikestina wî li hember Emerîkayê di mijara keşîşê Emerêkî Andrew Brunson de û çawa guh da Emerîka û keşîş serbest berda. Ji bilî wan jî, aloziya wê bi Israîlê re, piştî bûyera keştiya Mermara ya ku piştevanên bi gelê Filistînê re kû berê xwe dabû Xezayê. Tevî wê jî helwesta wî bi awayekî mezin li hember aloziya Sûriyê veguherî."

‘Di serdema Erdogan de gotina `geşpêdan û pêşketin` tazî bû’

Ebû Mihadî gotinên xwe wiha domand: “Binkeftina herî xeter a tecrubeya Erdogan, girêdayî aliyê aborî ye. Piştî hilweşîna dubarekirî ya lîreya Tirkiyê û tevliheviya ku li tevahiya zivîrînên aboriya Tirkiyê de rû dane, aboriya Tirkiyê bi awayekî mezin paşde çûye. Gotina `geşpêdan û pêşketina aborî` di serdema Erdogan de li hember raya giştî ya tirkî û cîhanî tazî bû. Diyar bû ku nakokiyek besît bi dewleteke mezin re hema mabû lîreya Tirkiyê û piraniya bazirganiya wê ya derve hilweşe."

‘Cezayên Ewrupayê dê rolek di alozkirina rewşa aborî ya Tirkiyê de bilîzin’

Girêdayî axaftina çavkaniyên ewrupî ku banka istismarê ya ewrupî dinirxîne pereyên ku ji Tirkiyê bi deyn têne pêşkêşkirin kêm bike. Ebû Mihadî got: "Bê guman cezayên ku dê Ewrupa li ser Tirkiyê ferz bike dê rolek di alozankirina rewşên aborî yên Tirkiyê de bilîzin. Lê dîsa jî Erdogan dev ji vekolandina petrol û gazê di zeviyê Qibirsê de ber nade."

‘Kiriyarên Erdogan ên li Lîbyayê berdewama desteka rêxistinên terorîst e’

Girêdayî derbasbûna Tirkiyê bi awayekî yekser di xeta rûdanên Lîbyayê de Ebû Mihadî wiha got: “Erdogan bi destwerdana xwe di Lîbyayê de desteka xwe ya bi rêxistinên terorîst re berdewam dike. Li Sûriyê û Iraqê heman tişt kir. Tevî desteka rêxistinên terorîst, Erdogan fikrê berferhbûn û hegemoniyê li derveyî sînorên Tirkiyê mezin dike. Da ku bibe sêyemîn dewleta Rojhilata Navîn a ku xaka dewletên din bi hêza leşkerî dagir bike. Erdogan hewl dide gelan kontrol bike û ewlehiya wê bihejîne."

‘Tirkiye yekemîn dewleta Îslamî ye ku bi Israîlê îtîraf kiriye’

Têkildarî armancên rastîn a rola Tirkiyê di piştveniya doza filistînî de û siyasetên wê li Rojhilata Navîn, Ebû Mihadî got: "Tirkiye yekemîn dewleta Îslamî ye ku bi Israîlê di sala 1949`an de îtîraf kiriye û bi awayekî veşartî di salên 50`î de peymanek stratejîk ku bi navê Mîsaqa El-Şebeh hate naskirin mohr kiriye. Ev peyman ji ber gelek serdeman hatibû niximandin. Li gorî wê Tirkiye û Israîl ji aliyên leşkerî, istixbaratî û dîplomasî ve hevkar in. Erka wê ya sereke li dijî ereban bû. Tirkiyê bi rêya lobiya Îsraîlê biryara Emerîkayê di îtîrafkirina bi komkujiyên Ermen de, demek dirêj bi kar anî. Ev tişt bi desthilatdariya AKP’ê ku serkêşê wê Erdogan e re, berdewam kir."

‘Tirkiyê di sala 1996`an de peymana hevkariya stratejîk bi Tel Ebîbê re mohr kir’

Ebû Mihadî di nav gotinên xwe de balkişand ser ku Tirkiyê di sala 1996`an de peymana hevkariya stratejîk bi Til Ebîbê re mohr kir. Ebû Mihadî got: “Ev peyman eşkere bû. Tê de gelek bendên girêdayî parvekirina agahiyên istixbaratî, hevkariya leşkerî û perwerdekirinê hebûn. Piştî ku AKP gihaşt serdestiya Tirkiyê di sala 2002`yan de, AKP`ê peymanên Tirkiyê  yên berê bi Israîlê re berdewam kirin. Tirkiye di rêza 6`an de ya lîsteya derfirotinê ya Îsraîlê de cih digire. Ev jî nerastiya îdiayên Erdogan eşkere dike.”

‘Ti pêşerojek siyasî ji Erdogan re nemaye û civaka tirkî dest bi cezakirina wî kiriye’

Nivîskar û şîrovekarê filistînî Mihemed Ebû Mihadî diyar kir ku ti pêşerojek siyasî ji Erdogan re nemaye û civka tirkî dest bi cezakirina wî kiriye. Ebû Mihadî gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Ji girîngtirîn nîşaneyê wê, hilbijartinên şaredariyan e û sûcên wî yên derbarê mixalîfên siyasî yên li Tirkiyê ne. Raporên navdewletî îşaret pê dikin ku ji destpêka 2016`an ve û heya niha  zêdetirî çaryeka  şêniyên Tirkiyê hatine girtin û îşkence kirin. Tevî wê jî gotina dawîn a gelê Tirk e û berbijarkên cezakirinê li cem gel in. Dema Erdogan bi dawî bû ye."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din