Destpêkirina kongereya Behreynê, protesto û çalakiyên li xaka Filistînê...dê kongre bi ser bikeve?

Kongereya Behreynê ku werşeya aborî ya Hevpeymana Serdemê ye li gor rayedarên DYA’yê bi nav kiriye dê di saet 7’ê êvarê ya îro de bi beşdarbûna nûnerên Erebî, biyanî û Îsraîlê li dar bikeve û li rexê jî filistiyan Hevpeymana Serdemê red kir û li Xezayê protestoya giştî belav bûye.  

Li gor çavkaniyê di Koşka Spî de, xebatên Kongereya Behreynê dê li paytexta Behreynê Mename îro bi beşdarbûna zêdetirî 39 nûner û şandeyên ji dewletên cuda li dar bikeve weke nûnerên Ewropa, Asya û ji dewletên cuda yên cîhanê.

DYA û şêwirmendê serokê wê Jared Kouchner ê di çapemeniyê de bi Hevpeymana Serdemê tê nasîn diyar kir ku civîna nevdewletî ya ku dê 2 rojan berdewam bike, parçeya yekemîn li ser plana Washington a siyasî der barê şerê Îsraîl û Filistînê de ye.

Li gor Jared Kouchner di demeke berê de eşkere kiriye ku dê dewletên beşdar piştevaniyê bi  nêzî 50 milyar dolar bikin, jê 28 milyar dolar ji xaka Filistînê re, 7,5 milyar dolar ji Urdnê re, 9 milyar dolar ji Misrê re û 6 milyar dolar jî ji Lubnan re ye.

Lê belê hikumeta Filistînê û gelê wê, vê plan û kongereya ku pêş de hatiye amadekirin bi plana "şermê" ya tesfiyekirina doza Filistîn bi pereyan bi nav kir.

Têkildarî mijarê, nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku greva giştî li tevahî Xezayê bi nêzbûna destpêkirina xebatên Hevpeymana Serdemê û kongereya Behreynê di roja duyemîn de li tevahî xaka Filistînî destpê kirin.

Komên Filistîn û hikumeta Filistînê gotin şerm e ku doza wan ji mirovî vegere siyasî û ew firotina dozê napejirînin.

Li rexê jî serokê Filistînê Mehmûd Ebas duh wiha got: "Pere girîng e û aborî jî girîng e, lê çareya siyasî girîngtirîn e dema ku çare li ser bingeha rewabûna dewletî û nêrîna wê be, di wê demê de em di pêşwaziya tevahî kesên ku dixwazin alîkariya me bikin, amade ne."

Di vê derbarê de pisporê di Karûbarên Rojhilata Navîn de ji Washingtonê David Makovsky ji Reutersê re diyar kir ku tevî ku nîqaşa sereke li ser şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de ye niha Îran di rêza pêşîn a girîngtirîn de ye.

Derfetên serkeftinê

Çavdêrên filistînî dibîn ku plan bi ser nakeve ji ber ku filistiyan ev pilan red kiriye.

Çavdêran diyar kir ku derfetên aştiyê di navbera îsraîlî û filistiniyan de beriya ragihandina çareseriya siyasî ya ji her du aliyan ve hatiye pejirandin, nagihîne armancê.

(fr)


Mijarên Din