Desthilatên dewleta Tirk nûçegihanê El-Erebiye û El-Hedes Zêdan Zêngilo girt

Desthilatên dewleta Tirk îro nûçegihanê kanalên El-Erebiye û El-Hedes Zêdan Zêngilo bi sedema şopandina dijminatiya Tirkiyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aşkerakirina binpêkirinên wê, girt.

Malperên kanalên El-Erebiye û El-Hedes piştrast kir ku desthilatên dewleta Tirk nûçegihanê sûrî Zêdan Zêngilo bi erebeyeke leşkerî ji ser sînor ku bûyer dişopandin, beriya fermana derketina ji Stenbolê girt.

Desthilatên dewleta Tirk ruxseta xebatê ya taybet a nûçegihanê El-Erebiye û El-Hedes , Zêdan Zêngilo desteser kir û li rexê rûniştina wî taloq kir û destûra derketina ji Tirkiyê heta êvara duşemê da. Ev jî ji ber şopandina kanala El-Erebiye û El-Hedes bi rêya nûçegihanê wan a êrîşên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aşkerakirina binpêkirinên dewleta Tirk bi mafên sivîlan hat girtin.

(fr)


Mijarên Din