Desteyek ewropî banga darizandina çeteyên DAIŞ`ê kir

Tora Qirkirina Komî ya girêdayî YE’yê bang kir ku divê çeteyên biyanî yên ku li Sûriyê û Iraqê tev li DAIŞ`ê bûne û di demên dawîn de li welatê xwe vegeriyan bi tewanê"Pêkanîna sûcan" bên tewanbarkirin.

Tora Qirkirina Komî ku desteyek e YE’yê di 2020’an ava kiriye, ev deste ji bo koordînayê di navbera dedektîv û serdozgeriyên gişt de bike hat avakirin. Navenda wê li Wekaleta Hevkariya Serdozgeriya Ewropî ya Eurojust e. Desteya Qirkirina Komî wiha got: "Gelek kesên gûmanbar ku tev li rêxisitna DAIŞ’ê ya terorîst bûne, tenê li gorî qanûna terora herêmî, li beramber tewanbariyan in. "

Di rapora ku ji aliyê toreya El-Hura ve hat weşandin de wiha hat diyarkirin: "Li gorî qanûnên navnetewî ku sûcên herî xirab di şeran de pêk tên, dişopîne dibe ku ew rastî tewanên berfirehtir werin. Di nav de sûcên qirkirina komî û sûcên dijî mirovahiyê ne. Divê ne tenê DAIŞ`ê weke rêxistineke terorî bigirin dest."

Di berdewama raporê de hat gotin dibe ku li gorî qanûnên mirovî yên navneteweyî dan û standin bi çeteyên DAIŞ’ê re were kirin (Weke aliyekî di şerê çekdar li Sûriyê û Iraqê de)

Her wiha hat destnîşankirin dibe ku endam û çekdarên wê yên biyanî berpirsê pêkanîna sûcên şer û sûcên navneteweyî yên sereke bin.

Desteyê destnîşan kir ku hin çeteyên ji Franas, Almanya û Hollanda vegerîn li dijî wan gelek sûc hene.

Tora Qirkirina Komî di rapora xwe wiha diyar kir: "Dibe ku ev dadgeh li ser asta cîhanê were avakirin ji bo çekarên biyanî her wiha yên li welatê xwe yên resen vegeriyane were darizandin. Dadgeha sûcên terorî girêdayî sûcên navnetewî yên sereke ne ku dibe cezayên bilindtir bigire."

(bx)


Mijarên Din