​​​​​​​Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê ji bo Koronavîrusê jimareyeke teybat diyar kir

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê jimareyeke telefonê ya awarte ji bo kesên ku gûmana nexweşiya Koronavîrusê lê hene, diyar kir. Her wiha Şaneya Aloziyê piştî 4 kes li Kobanê bi Koronavîrusê ketin bang li şêniyan kir ku li gorî perspektîfên tenduristiyê tev bigerin.

Îro Desteya Tenduristiyê eşkere kir ku 18 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Koronavîrusê ketine, bi wê re hejmara giştî dibe 119. Li Kobanê 4 kes bi Koronavîrusê ketine. Bi wê Şaneya Aloziyê jimareyeke awarte ji bo peywendî û kesên gûmana nexweşiyê lê heye diyar kir. Da ku destwerdanê bikin. Her wiha bang li şêniyan kir ku li gorî tedbîr û perspektîfan tev bigerin.

Endamê Şaneya Aloziyê ya pêşîlêgirtina Koronavîrusê li herêma Firatê Dr. Elî Ehmed Şahîn Koronavûrûs bilez belav dibe. Ji ber şênî li gorî biryar û tedbîran tev nagerin.

Şahîn piştrast kir ku 4 nexweşên ku îro hatine ragihandin, encamên testa wan li gorî alava PCR bû û niha di karantînayê de ne.

Desteya Tenduristiyê ya herêma Firatê jimareya 0996776612 ji bo rewşên awarte diyar kir. Da ku kesên gûmana vîrusê lê hene peywendiyê bi komîteya awarte re deynin û Tîma Destwerdana Destpêkê dest tê werdin.

Hejmara kesên ji bo testê ji herêma Firatê hatine şandin, 8 bûn, endama 3’yan jê erênî bûn anku bi Koronavîrusê ketine, lê yên din jî bi dema 14 rojan di karantînaya malê de ne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din