Desteya Tenduristiyê rewşên Koronavîrusê li Kobanê derewandin

Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen piştrast kir ku tu rewşên Koronavîrusê li Kobanê  tune ne, tenê 2 rewşên biguman hene.

Li Kobanê gotegotên li ser rewşên biguman ên kesên bi Koronavîrusê ketine hene. Ew jî piştî sepandinên 25 rewşên Koronavîrusê li herêma Cizîrê û Reqayê. Hevseroka Desteya Tenduristiyê ya Herêma Firatê Hedle Hesen got: "Tu kes li herêma Firatê û Kobanê bi Koronavîrusê neketiye."

Hedle Hesen îşaret pê kir ku gelek test çêkirin û encamên wan neyînî bûn. Lê belê di hefteyekê de 2 rewşên biguman hene ku ji herêma Cizîrê hatine. Her wiha piştî test ji wan re hat çêkirin ku hat diyarkirin yek di pozê xwe de nexweş e, lê tevî wê jî encam erênî bûn. Li ser vê bingehê wan got du rewşên biguman hene.

Hedle Hesen wiha domand: "Kesên biguman di bin çavdêriyê de ne, tevahî test ji wan re du caran hatine çêkirin û şandin herêma Cizîrê. Dê di van du rojan de piştrast bikin. Ji ber ku di cara yekemîn de encam erênî bûn û di cara duyemîn de jî encam neyînî bûn."

Hedle Hesen bang li şêniyên herêma Firatê kir ku li gorî tedbîran tev bigerin û vê vîrusê paşguh nekin.

Her wiha 5 navendên wergirtina rewşên kesên bi Koronavîrusê dikevin, li herêma Firatê hene.

Li aliyekî din jî Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê azara kêmbûna dermanan dikişîne. Ew jî di encama paşgukirina rêxistinên cîhanê ji vê herêmê re ye û Desteya Tenduristiyê pişta xwe dide aliyên pêwendîdar ên di Rêveberiya Xweser de da ku dermanan dabîn bikin.

Li seranserê cîhanî kesên bi Koronavîrusê ketine 18 milyonî derbas kir. Yekemîn rewşa Koronavîrusê di 22’yê Adarê de bû. Ew jî şêniyekî ji bi temenê 53 ji Hesekê bû.

(fr)

ANHA


Mijarên Din