Desteya Tenduristiyê lêçûna emeliyata zarokê ji Serêkaniyê girt ser xwe

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê lêçûna emeliyata zarokê bi navê Mûnîr Mihemed Ezîz ku girêkek di stûyê wî de ye, girt ser xwe.

Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê banga malbata zarokê bi navê Mûnîr Mihemed Ezîz ê ji bajarê Serêkaniyê ku neçarî koçberiyê bûne û li bajarê Hesekê bi cih bûne, bi cih anî. Mûnîrê 5 salî girêkek li stûyî wî çêbûye.

Malbata Mûnîr ji ber rewşa madî ya nebaş nikarîbû emeliyatê ji zarokê xwe re çêke. Ji ber wê jî Desteya Tenduristiyê lêçûna emeliyata Mûnîr girt ser xwe.

Li gorî desteyê dê destpêkê lêkolînên pêwîst ji zarok re bên çêkirin û di demeke nêz de emeliyata wî jî bê çêkirin.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din