Desteya Tenduristiyê ji bo stratejiyeke berfireh dixebite

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser di civînekê de, stratejiya xebat û plansaziyan, herwiha pirsgirêk û astengiyên derdikevin, gengeşe kirin da ku plansaziya sala 2020`an deyne.

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi amadebûna hemû nûnerên komîte û desteyên rêveberiyê, nûnerên rêxistinên tenduristiyê û nexweşxaneyan civînek li avahiya desteyan a li navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî lidar xist.

Di destpêka civînê de, nûnerên rêxistinên tenduristiyê behsa xebatên ku îsal pêk anîne, pirsgirêk û astengiyên derketine pêş nîqaşkirin. Her wiha, xebat û planên xwe yên ji bo sala 2020`an jî diyar kirin.

Desteya Tenduristiyê bang li tevahî rêxistinan kir ku destekê ji bo kerta tenduristiyê pêşkêş bikin. Di vê derbarê de, piraniya rêxistinan amadebûna xwe nîşan dan ku ji bo demên pêş dê bi awayekê mezin alîkariyan pêşkêş bikin û asta xebata xwe baştir bikin.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Dr. Ciwan Mistefa tekez kir ku, ev civîn ji bo stratejiya rêxistinan a sala bê girîng e, dê nîqaşkirina xebatên wê di civîna pêşîn a desteyê de di ber çavan re bê girtin. Ciwan Mistefa  got ku dê di civîna bê de strateJiya Desteya Tenduristiyê û komîteyên wê ya sala bê were xwendin.

Li gorî agahiyên Dr. Ciwan dane , dê Desteya Tenduristiyê di 10 vê mehê de civînekê li gel tevahiya deste û komîteyên tenduristiyê yên her heft rêveberiyan û tevahiya rêveberiyên nexweşxaneyan û kesên têkildarî tenduristiyê, lidar bixe da ku stratejiya desteyê ya sala 2020`an bixwîne û amade bike.

(rr)

ANHA


Mijarên Din