​​​​​​​Desteya Tenduristiyê 5 PCR û 500 KIT ji Heyva Sor a Kurdistanê wergirt

Rêxistina Heyva Sor a Kurdistanê ya Ewropa 5 alavên PCR û 500 alavên KIT yên fehiskirina Koronavîrusê ji Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re şand.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa, endama rêveber a Komîteya Tenduristiyê ya kantona Hesekê  Ramenda Îsa û endamên Heyva Sor a Kurd a Hesekê li deriyê Sêmalkayê alavên ku Heyva Sor a Kurdistanê ya Ewropa şandibû wergirtin. 

Dema wergirtina alavan de Dr.Ciwan Mustefa got: "Ji destpêka Şoreşa Rojava de Heyva Sor a Kurdistanê li gorî derfetên xwe alîkariyê pêşkêşî şêniyên Rojava dike. Îro 5 cîhazên PCR û 500 cîhazên KIT şandin. Ev cîhaz di dema heyî de zehmet e li Bakur û Rojhilatê Sûriyê were peydakirin."

Mustefa diyar kir ku ev cîhaz dê li gorî pêwîstiyan li herêman werin belavkirin.

Dr. Ciwan Mustefa spasiya Heyva Sor a Kurdistanê kir û bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li gorî ku tedîbrên ku Rêveberiya Xweser li dijî vîrusê girtine, tevbigerin.

ANHA

 


Mijarên Din