Desteya Tenduristiyê: 17 kesên din bi Koronavîrusê ketin

Dr. Ciwan Mustefa diyar kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 17 kesên din bi Koronavîrusê ketine.

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mustefa got, li herêmên Rêveberiya Xweser di 17 kesên din de koronavîrusa (Covid-19) hatiye tesbîtkirin.

Li gorî Dr. Ciwan Mustefa, li herêma Cizîrê 11, li Reqayê 3 û li Dêrazorê 3 kes bi vîrusê ketine.

Mustefa got, kesên bi vîrusê ketine di karantînayê de di bin çavdêriya bijîşkan de ne.

Desteya Tenduristiyê beriya niha daxuyandibû ku 8 kes bi vîrusê ketine, bi vê yekê hejmara nexweşên vîrusa Koronayê li Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bû 25.

ANHA


Mijarên Din