Desteya Rêveberiya Şaredariyan pirsgirêka jeneratorên çareser kir

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a Herêma Cizîrê biryarek girêdayî kehrebeya jeneratoran da ku di heman demê de xizmeta şêniyan û xwediyên jeneratoran bike.

Ferzkirina Qanûna Qeyser li ser hikumeta Sûriyê, bi awayekî neyînî ne tenê li herêmên di bin kontrola hikumetê de bandor kir lê belê para herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vê bandorê hebû. Di encamê de gelek pirsgirêk derketin. Jê qutkirina xwediyên jeneratoran (embêr) kehrebeyê li ser şêniyan. Ji ber ku dixwazin kiriya mehane ya embêr an zêde bikin. Lewra şêniyên herêmê bi gilî û gazinc bûne.

Xwediyên jeneratoran sedema daxwazên xwe di buhakirina kiriya embêr de vedigerînin buhabûna parçeyên guhertinê yên ku bihayên wê bi dolarê ve girêdayî ne. Beriya ferzkirina Qanûna Qeyser, Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê bihayê her embêrekê bi 2 hezar lîreyên Sûriyê diyar kiribû.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê nûnerên Yekitiya Xwediyên Jeneratoran, Odeya Pîşesazî, Rêveberiya Zimhêrê û Desteya Rêveberiya Herêmî û Hawîrdorê civînek li avahiya desteyê ya li bajarê Qamişloyê li dar xist.

Di civînê de beşdaran, piştî gelek nîqaşan bi erêkirina Yekitiya Xwediyên Jeneratoran, saeta embêr bi 10 hezar lîreyên Sûriyê diyar kir. Her wiha dê bi rêya amûrên taybet saetên xebitandina jeneratorê di mehekê de bijmêrên

Girêdayî mijarê cîgira hevserokatiya Desteya Rêveberiya Herêmî Bêrîvan Umer ji ANHA`yê re axivî û destnîşan kir ku ji demekê ve mijara jeneratoran di nîqaşan de ye bi taybet piştî windakirina lîreyê Sûriyê nirxa xwe. Ji ber wê civîn li dar xistin da ku çareseriyan ji vê pirsgirêkê re peyda bikin.

Bêrîvan diyar kir ku di meha Hezîranê de civînek di vî warî de hate lidarxistin û bihayê saeta embêr hat diyarkirin. Lê xwediyên jeneratoran bi hinceta xirabbûna jeneratoran biryar pêk neanîn. Li rex wê jî şênî ji bihaya embêr nerazî bûn. Di vê dawiyê de xwediyên jeneratoran bi bihaya embêran lîstin.

Der barê biryara ku li gorî wê bihaya saeta embêr diyar bû, Bêrîvan îşaret pê kir ku di civînê de gelek pêşniyar hatin pêşkêşkirin di nav de pêşniyara amûra jimartina saetên embêr an a ku hate erêkirin.

Bêrîvan got: "Ev amûr, saetên xebitandina jeneratorê di mehekê de diyar dike(dijmêre). Li gorî wê dê şênî parên xwe yên mehane bidin. Ev biryar dê di 1-8-2020`an de bikeve meriyetê.  "

Bêrîvan diyar kir ku di her taxekê de dê du amûrên jimartinê bêne dayîn yek li ber jeneratorê û ya din li komîna taxê. Da ku rê li pêşiya lîstina xwediyên jeneratoran bi embêr ê bigirin. Şarederiya Gel jî dê komîteyekê diyar bike da ku vê xebetê bişopîne.  

Bêrîvan têkildarî rûdana pirsgirêkan di jeneratorê de got: "Saetên xirabbûna jeneratorê li ser şêniyan nayên hesibandin. Lê heger dîsa bihaya dolarê hate guhertin, em ê neçar bibin ku civîneke din lidar bixin û bihayeks din diyar bikin."

Şêniyan rave kir ku ew ji biryara nû razî ne, lê dîsa jî ji ber lîstina xwediyên jeneratoran bi bihayên embêr an bi gilî û gazinc in.

Welatiya bi navê Çîçek Hesen ji şêniyên taxa Hilîliyê ye dibêje: "Zarokên min biçûk in. Dinya pir germ e. Jeneratorên taxê jî xirabe ne. Lê heger ev biryar pêk were em ê ji pirsgirêka qutbûna kehrebeyê xilas bibin. "

Welatiyê bi navê Hesen Xelîl jî got: "Rewşa me ya jiyanî û aborî ne baş e. Xwediyên jeneratoran jî keysbaziyê dikin. Divê Rêveberiya Xweser her kesê ku bi biha û saetên embêr an dilîze muxelefe bike. Biryara ku desteyê daye, dê bi awayekî mezin alîkariya welatiyan bike."

Hevserokê Komîna Şehîd Mizgîn a taxa Hilîliye Ebdulhekîm Heyder got: "Ji demekê ve em zehmetiyan ji pirsgirêka qutbûna kehrebeyê dikişînin bi taybet di havînê de. Lê desteyê gaveke baş avêt. Ev biryar di heman demê de dikeve xizmeta welatiyan û xwediyên jeneratoran."

(şx)

ANHA


Mijarên Din