Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîran hat hilbijartin

Konferansa Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê ya 5'emîn duh bi hilbijartina endamên Desteya Rêveber a Giştî bi dawî bû.

Duh Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê konferansa xwe ya 5`emîn bi amadebûna 90 delegeyî li dar xist. Konferans li hola Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê bi amadebûna nûnerên Rêveberiya Xweser, TEV-DEM, Meclisa Malbatên Şehîdan û gelek rewşenbîran li dar ket.

Piştî axaftina hevseroka Yekitiya Rewşenbîran Enahîta Sîno û hevserokê TEV-DEM'ê Xerîb Hiso, konferans li ber çapemeniyê girtî dewam kir.

Konferans bi hilbijartina 5 endamên Desteya Rêveber a Giştî bi dawî bû. Endamên desteyê ev in: Ebûd Mexso, Enahîta Sîno, Rûken Silo, Ebdulwehab Pîranî û Yasmîn Meşayix.

Ji endamên desteyê jî dê hevserokatiya nû ya yekitiyê were hilbijartin.

(sb)

ANHA


Mijarên Din