Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê bi mamosteyên navçeya Şedadê ya kantona Hesekê re civiya.
Di civîna ku bi dehan mamoste amade bûn de hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo, diyar kir ku sîstema perwerdeyê ya Rêveberiya Xweser nehatiye guhertin û destnîşan kir ku îdiayên ku rejîm belav dikin ne rast in.
Ebdo destnîşan kir ku meteryalên Rêveberiya Xweser bi sê zimanan e, Erebî, Kurdî û Suryan di heman demê de rêz ji zimanên pêkhateyên din re tê girtin.
Civîn bi nîqaşan der barê rewşa dibistanan û çawaniya pêşxistina qada perwerdeyê bi dawî bû.
ANHA