Desteya Perwerdeyê: Artêşa Tirk projeya me ya sembola azadî û demokrasiyê dike armanc

Ji bo şermezarkirina komkujiya li navçeya Til Rifetê ya li dijî zarokên Efrînê û komkujiya Qurfilê û kiryarên ku li dijî mamosteyan têne kirin, îro Desteya Perwerdeyê ya Herêma Firatê li Dibistana Şehîd Azad daxuyaniyek da.

Daxuyanî ji aliyê xwendekara Dibistana Şehîd Azad; Şêrîn Şêx Xidir ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Xweperestên xwînmij li ser xwîna di bazargeha berjewendiyan de, planên qirêjî dimeşînin. Lewra dewleta Tirk bi êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwaze ew bingeha vejîna jiyana azad hilweşîne. Ji ber vê yekê ew bi êrişkirina li dijî binyada civakê, projeya me ya ku ji tevahî cîhanê re bû sembola azadî û demokrasiyê, dike armanc.

Armaca herî dawî jî dewleta Tirk zarokên Til Rifetê û şehîdxistina mamoste Rebîa Ismaîl û birîndarkirina mamoste Rogistan û Newroz û li aliyekî dîtir jî dewleta Îranê bi biryara darvekirina  mamoste Zehra, ew dixwazin ku kamestetîka şoreşa nasnameya wan mamosteyan bipişêvin. Em wek Desteya Perwerdeyê kiryarên qirêjî yên desthilata nîjadperest bi tundî şermezar dikin û em bi dilgiranî rexneya civaka navdewletî dikin ku bi vê bêdengiya xwe ew jî di pêkanîna vê dagikeriyê de dibin hevkar.

Her wiha em bang li hemû gelên cîhanê dikin û bi taybetî jinên azad ku bi hemû rengên çalakiyan li dijî kiryaran derdikevin. Ji ber ku tevahî cîhan deyndarê keda şehîdên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, ku bi xwîna xwe forma mirovatiyê saz kir.

Em ê têkoşîna xwe bilind bikin û em ê şoreşa watedayînê geş bikin.”

Daxuyanî bi sloganên şermezarkirina dagirkeriyê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din