Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê  daxuyanî da

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Bakur û Rohilatê Sûriyê teqez kir ku di encama topbaran Tirkiyê de perwerdehî li 810 dibistanan rawestî û 20 dibistan bi temamî wêran bûne. Her wiha destnîşan kir ku ji ber êrîşên Tirkiyê 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê para mane.

Desteya Perwerde û Fêrikrinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku artêşa Tirk a dagirker di 9 rojan de kirine hedef eşkere kir.

Desteyê banga lezgîn û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî kir ku bi lez mudexele bike û zextê li civaka navdewletî bike ji bo ku êrîşî rawestîne.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hovantirîn sûcan der heqê sivîlan de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Ev êrîşa hovane gihaşt tevahiya cihên giştî di nav de yên tenduristî û perwerdehî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Di dema ku divê zarokên me li ser daniştokên xwendin bin, niha ji ber êrîşan yan şehîd in yan jî birîndar in yan jî koçber in. Artêşa Tirk a dagirker bi zanabûn dibistan kirin hedef.

Bi rêya vê serjimariyê em ji raya giştî re hejmara dibistanên herêmên Cizîr û Firatê yên ku di 9 rojan de hatine hedefgirtin diyar dikin. 810 dibistan ji ber êrîşa artêşa Tirk a dagirker ji xizmetê derketine. Ji ber wê prosesa perwerdehiyê rawestî. Zêdetirî 86 hezar xwendekar ji perwerdeyê bê par man û 5 hezar û 224 mamoste ji karê xwe qut bûn.

Herêma Cizîrê: herêma Serêkaniyê û gundên derdorê

Hejmara dibistanên ku rawestîne 150 jê 20 bi temamî wêran bûne.

Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 17 hezar û 526.

Hezar û 409 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

Herêma Til Temirê:

Hejmara dibistanên ku rawestîne 120.

Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 7 hezar û 633.

849  mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

Herêma Dirbêsiyê:

Hejmara dibistanên ku rawestîne 114.

983  mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

Kantona Girê Spî û gundên wê:

Hejmara dibistanên ku rawestîne 426.

Hejmara xwendekarên ku ji perwerdeyê bê par mane 51 hezar û 200.

Hezar û 983 mamoste ji prosesa perwerdehî qut bûne.

Her wiha koçber di 3 dibistan li Qamişlo, 35 li Hesekê û 2 li Girkê Legê de bi cih bûne.

Wek Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê em êrîşa dewleta Tirk a dagirker li ser zarok û dibistanên me şermezar dikin. Em banga lezgin û mirovî li UNICEF, rêxistinên mafên zarokan û tevahiya rêxistinên mirovî kir ku bi lez mudexele bikin û zextê li civaka navdewletî bikin ji bo ku êrîşên li ser herêmên me rawestînin û rê li pêşiya azarên şêniyan ji ber êrîşan bigirin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din