Desteya Perwerde û Fêrkirinê roja cîhanî ya mamosteyan li tevahî mamosteyan pîroz kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû mamoste bi boneya roja cîhanî ya mamosteyan pîroz kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê bi boneya roja cîhanî ya mamosteyan (5`ê Cotmehê) ji her sale peymaneke pîrozbahiyê da û got ew cejna mamosteyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Desteyê ev cejina ku hemû momosteyên li cîhanê pîroz dikin cejna mamosteyên xwe dît û ev cejn li tevahî mamosteyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz kir.

Desteyê di peyama xwe de teqezî li ser baweriya mamosteyan ku dikarin hemû zehmetiyên ku rastî wan tên derbas bikin, kir.

Her wiha destnîşan kir ku tevî pêwîstiya wan bi perwerdeyê heye ev rihê hezkirin û niştîmaniyê têde dibînin da ku hemû zehmetiyan derbas bikin û nifşên nû li ser esasê pratîkî, wijdanî û exlaqî ava bikin û armanca  wan ku nifşekî nû xwedî fikrên demokratîk ku bingeha sereke di pêşxistina perwerdeyê de ye, ava bikin.

Di dawiyê de desteyê hêviya serkeftinê ji hemû mamosteyan di xebatên wan de xwest.

(bx)

ANHA


Mijarên Din