Desteya Perwerdê qirkirina çandî ya li Efrînê şermezar kir

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê "Projeya ankêt" ya ku dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê bi armanca qirkirina çandî daye destpêkirin, şermezar kir.

Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi armacna nirxandina rewşa perwerdeyê li dibistanan bi komîteyên xwe civiya.

Civîn li avahiya Desteyên Rêveberiya Xweser a li navçeya Eyn Îsayê bi amadebûna Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kewser Doko, cîgirê wê Azad Berazî û nûnerên komîteyên perwerdeyê yên her hefet rêveberiyên xweser û sivîl li dar ket.

Civîn bi xwedina raporên kar û xebatên mehekê yên her komîteyekê dest pê kir û pirsigêrkên ku li pêşiya karê komîteyê derdikevin hatin nîqaşkirin. Ji wan pirsgirêka derengbûna belavkirina meteryalên perwerdeyê li xwendekaran e.

Desteya Perwerdeyê soz da komîteyan ku dê di rojên nêzîk de meteryalên perwerdeyên li xwendekaran belav bike.

Desteyê biryar derxist ku cilên xwendekaran bibe yek û destnîşan kir ku rengê cilan ji bo her merheleyekê dê di demên pêş de were diyarkirin.

Têkildarî projeya ku dagirkeriya dewleta Tirk li Efrînê destpê kiriye ya der barê ankêta zimanê ku şênî dixwazin fêr bibin, Hevseroka Desteya Perwerde û Fêrkirinê Kewser Doko anî ziman ku şênî ji tirsa dagirkeran ve neçar in fêrbûna bi zimanê dayikê nepejirînin.

Kewser Doko ev proje şermezar kir û got, armanca wê qirkirina nasname, ziman û çanda gelê resen e.

Di dawiyê civînê de desteyê ji hemû komîteyên xwe xwest ku ji bo pêşxistina prosesa perwerdeyê bi hemû derfetê xwe bixebite.

Dagirkeriya dewleta Tirk û saziyên girêdayî wê yên li kantona Efrînê hefteya derbasbûyî ji bo niştecihên resen ên Efrînê û kesên li wir hatine bicihkirin ankêtekê der barê fêrbûna zimanê Kurdî di dibistanan de amade kir. Ev ankêt wekî gavekî ji bo îbatalkirina zimanê Kurdî di dibistanên Efrînê de hat û neçarkirina şêniyên resen ku li şûna zimanê dayikê yê kurdî fêrî zimanên erebî û tirkî bibin.

ANHA


Mijarên Din