Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser serdana Şehbayê kir

Şandeyeke Desteya Civakî û Buroya Kar û Barên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana kantona Şehbayê kir.

Hevserokên Desteya Kar û Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Farûq El-Maşî û Cîhan Mihemed û serokê Buroya Karûbarên Koçberan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed, li gel endamên Komîteya Kar û Barên Civakî ya herêma Efrînê serdana tevahî meclisên herêma Efrînê û kampên li Şehbayê û goristanên Ehris û Fafînê kir. Da ku rewşa jiyanî û mirovî ya koçberan bişopînin.

Şandeyê di serî de serdana Meclisa Mabatên Şehîdan a kantona Şehebayê kir û bi endamên meclisê re serdana goristanên şehîdên komkujiya Til Rifet û Aqîbe yên li navçeya Fafînê û kampa Serdemê ya li navçeya Ehdasê kirin.

Serokê Burya Kar û Barên Koçeran a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed li ser serdana xwe ya ji bo Şehbayê ji ANHA'yê re axivî û got: "Li gor merc û derfetên heyî serdaneke baş bû. Me hevdîtin bi rêveberên herêmê re pêk anî û rewşa koçberên li kampan şopand."

Ehmed destnîşan kir ku "Me rewşa heyî dît, pêwîst bi mudaxeleyên aliyên navneteweyî, bi taybet Komseriya Kûçberan a Neteweyên Yekbûyî û ajansên girêdayî wê hene. Divê bi lez alîkarî ji koçberên herêmê re werin şandin."

Ehemed di dawiya axaftina xwe de got: "Em di Rêveberiya Xweser de, erkê dikeve ser milê me em bi cih tînin û alîkariyê şêniyên xwe yên li Şehba û Efrînê dikin."

Hevseroka Desteya Karû Barên Civakî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Mihemed diyar kir ku ev serdana wan a yekemîn ji bo Şehbayê ye û anî ziman ku ew rihê berxwedanê li kampan û malên koçberan dibînin.

Cîhan destnîşan kir ku wan serdana Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê kirin û bi germahî hatin pêşwazîkirin û ev titş got: "Me serdana goristana Şehîdan a li Ehrisê kir û me rewşa kampan şopandin. Ev nayê wateya ku pêwîstiyan wan bi hin madeyên tenduristî mîna derman û şîr û pêwîstiyên zivistanî nînin."

Cîhan Mihemed bang li civaka navneteweyî kir ku zextê li Tirkiyê bike da ku ji herêmên dagirkirî derkevin û şênî bi ewle li malên xwe vegerin.

Di dawiyê de şandeyê li Hola Şehîd Axîn Welat a navenda Çand û Hunerê ya navçeya Fafînê bi endamên komîteyên Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê re re civiya.

Civîn bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre Cîhan Mihemed û Farûq El-Maşî li ser rewşa jiyanî ya şêniyan û mekanîzmeya kar axivîn û Şêxmûs Ehmed li ser pêşniyariyan axivî.

Civîn bi bersiva pirsan bi dawî bû.

ANHA

 


Mijarên Din