Civîn li hola Navenda Çand û Hunerê ya navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê li dar ket. Bi dehan cotkar û endamên rêveberiya Gerînendetiya Çandiniyê ya navçeyê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de cîgirê hevserokatiya Desteya Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ednan Îbrahîm axivî û behsa girîngiya parastina zeviyan ji şewatan kir û got: “Divê cotkar li rex tîmên awarte parastina zeviyên xwe bikin ji bo ku zirar negihêje wan û hilberînek berhemdar bi dest bixin.”
Piştre, cotkaran nêrîn û pirsgirêkên ku bi wan re çêdibin, gotin. Ji axaftina cotkaran diyar bû ku nepêşkêşkirina mazota pêwîst ji bo avdanê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve, tunebûna çavdêriyê li ser dermanên ji derve tên, astengiyên li pêşiya wan derdikevin.
Ednan Îbrahîm jî, bersiva daxwazên cotkaran da û soz da ku daxwaz û nêrînên wan li gorî derfetên heyî bînin cih.
(dm/şx)
ANHA