Desteya Aborî û Çandiniyê giştînameyek li ser parastina masiyan derxist

Hevserokatiya Desteya Aborî û Çandiniyê ya herêma Cizîrê giştînameyek li ser parastina masiyan ji nêçîra bêserûber û qedexekirina bikaranîna madeyên jehrê ku bandorê li tenduristiya giştî dike, derxist.

Ji bo parastina masiyan ji nêçîra bêserûber ji hêla hin kesan ve û pêkanîna rêgezên tenduristiyê, her wiha ji ber ku derketina rêjeya mezin a tunebûna masiyan li bendava başûrê Hesekê ya bi encama bikaranîna madeya lanêta jehrê ku ew jî bandorê li tendirustiya mirov dike, desteyê giştînameyek derxist û ev tişt hate gotin:

-Qedexeya madeya lanêt li tevahî dermanxaneyên çandiniyê bê firotin, ji ber ku bandorê li tenduristiya û bandorê li mirov, lawir, giya û jînegehê dike.

-Qedexeya nêçîra masiyan li bendava başûr, ji ber tê de madeyên hesin ên giran hene ku bandorê li tenduristiya mirov bi demek dirêj dike. Her wiha dê kesê bike, rastî cezayên qanûnî were.

-Qedexeya avjenî li ava bendavê di tevahî deman de bê kirin, her wiha rêbazên nêçîrê yên nerawa mîna bikaranîna dînamît û kehrebekirinê qedexe ye.

(fr)

ANHA


Mijarên Din