Desteya Aborî û Çandiniyê amadekariya belavkirina tov dike

Desteya Aborî û Çandiyê ragihand ku ew amadekariyên dawîn ji bo belavkirina tovê genim li herêmên Rêveberiya Xweser dikin û biryara tewîda kesên ku zerar dîtine, dê di demeke nêz de were ragihandin.

Hevserokê Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Selman Barodo ji ajansa me re axivî û da zanîn ku komîteyên çandiniyê yên her 7 rêveberiyan amadekariyên belavkirina tov li cotkarên herêmên Rêveberiya Xweser dikin.

Barodo teqez kir ku pisporên di rêveberiyên xweser û sivîl de tov paqij û derman dikin û dixin tûran da ku li cotkaran belav bikin.

Selman anî ziman ku her kîloyeke genim ê dermankirî û paqij bi nirxê 200 lîreyên Sûriyê hatiye amadekirin. Selman destnîşan kir ku ji bo destekdayîna cotkaran, dê her kîloyeke genim bi 180 lîreyan were dayîn.

Têkildarî cotkarên ku berhemên wan şewitîne jî Barodo got: “Rêveberiya Xweser biryara tewîdê daye, lê mekanzîmaya wê hîn nehatiye dayîn, dê di demeke nêz de der barê vê yekê de biryar were dayîn.”

Der barê dema belavkirina tov de jî, Selman diyar kir ku dem jê re nehatiye eyarkirin, lê wê di demeke nêz de were belavkirin.

(kc)

ANHA


Mijarên Din