‘Desteserkirina şaredariyan darbeyeke siyasî li dijî demokrasiyê ye’

Hevserok û rêveberên Şaredariya Gel a Efrînê desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Bakurê Kurdistanê bi darbeya siyasî ya li dijî demokrasiyê bi nav kir û îşaret pê kir ku şaredariyên Bakur bi vîna gel bi ser ketin.

Hikumeta AKP’ê di 19’ê Tebaxê de 3 şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Mêrdîn û Wanê yên Bakurê Kurdistanê desteser kirin, hevşaredarên wan ji erkên wan rakirin û qeyûmên dewletê li şûna wan danîn.

Têkildarî mijarê hevserok û rêveberên Şaredariya Gel a Herêma Efrînê ji ajansa ANHA’yê re nêrînên xwe parve kirin.

Hevserokê Şaredariya Gel Fayiq Ehmed desteserkirina hikumeta AKP’ê ya şaredariyan şermezar kir û got ev kiryar darbeya siyasî ya ji hêla dewleta Tirk ve li dijî demokrasiya li Bakurê Kurdistanê ye.

Ehmed wiha lê zêde kir: "Bi vegera li dîrokê, tê dîtin ku Tirkiyê hebûna xwe li ser qirkirina gelê Kurd daye sepandin. Tevahî siyasetên Tirkiyê li ser qirkirinên çandinî, şewat û kuştinê hatin avakirin."

Ehmed îşaret pê kir ku daxwaza HDP’ê pêkanîna aştiyê li Bakurê Kurdistanê ye. Ji lew re dewleta Tirk berê xwe dide siyaseta çewisandinê partiyê da ku dengê demokrasî û aştiyê bisekinîne. Wiha bal kişand ku şaredariyên li Bakurê Kurdistanê bi rêyên qanûnî, bi denên gel û vîna wan bi ser ketin. Ev jî li pêş fikrên desthilatên AKP’ê bibe asteng.

Endama rêveber a Şaredariya Gel Zehrîban Husên, siyasetên hikumeta AKP’ê yên li dijî mafên jinên Bakurê Kurdistanê û desteserkirina şaredariyan şermezar kirin û wiha axivî: "Tirkiye bi van rêbazan hewl dide li pêş jinên Kurd a ku dixwazin bi dengê xwe bigihînin armancên xwe, rê bigire."

Zehrîban Husên diyar kir ku Tirkiye bi rêya siyasetên xwe hewl dide serkeftinên jinan ên ku di van salên dawîn de bi dest xistine, biçewisîne û vîna wan bişikîne.

(fr)

ANHA


Mijarên Din