Desteka Tirkiye û Qeterê ya ji komên çekdar ên li Lîbyayê re didome

Berdevkê artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Ehmed El-Mismarî duh diyar kir ku analîzkirina dan û standinên ser telefonê di navbera fermandarên El-Qaîde, Qeter û Tirkiyê, dide diyarkirin ku dê Tirkiye  sîstemên asmanî ji çekdaran re bişîne û Qeter dê destekê bide.

Berdevkê artêşa Lîbyayê Ehmed El-Mismarî di hevpeyvîna xwe li gel SkyNewsê re behsa çavdêriya artêşê ji dan û standinên ser telefonê di navbera rêxistina El-Qaîde, Tirkiye û Qeterê de kir û diyar kir ku dan û standinên ser telefonê ji cîhanê re destê Qeter û Tirkiyê di tevlihevkirina îstiqrara hundirê welêt de îsbat dike.

El-Mismarî tekez kir ku dan û standinên ser telefonê ku artêşa Lîbyayê çavdêrî kir û got: "Tiştê ku di salên berê de me digot ku Ensar El-Şeriyê û Tugaya Ebo Selîm û bermahiyên rêxistina El-Qaîde û rêxistina Îxwan a terorîst, tenê maskekî ku destwerdana biyanî di Lîbyayê de bi nûnertiya Qeter û Tirkiyê û dewletên din îsbat dike."

Berdevkê artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê wiha got: "Pir zelal e ku derbeyên hêzên me ser baregeha esmanî li Mesratê û rûxandina baregeha balafirên Tirkiyê pir ew aciz kiriye û bandoreke neyînî di wan de çêkiriye."

El-Mismarî destnîşan kir ku hewldanên van komên terorîst hene ku êrîş bikin, ew yek bi alîkariya serokê Tirkiyê Erdogan û şêxê Qeterê pêk tê.

Li gorî analîzkirina dan û standinên ser telefonê, berdevkê Artêşa El-Wetenî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî wiha got: "Texmîn dikim dê sîstemên parastina esmanî yên Tirkiyê hebin an jî bi rêya artêşa Tirkiyê be, dê bi rêya pereyên Qeterê pêk were."

Di Adara 2011 meclisa ewlehiyê ya navneteweyî biryara bi hejmar 1970 derxist ku daxwaz ji hemû dewletên endam kir ku nehêlin firotina çek, cebilxane, amûrên leşkerî li Lîbyayê pêk were.

Tevî biryara qedexekirinê, lê Tirkiyê gelek keştiyên bi çek û cebilxane şandin ji komên çekdar ên li Terablusê re, heta gihaşt asta ku balafirên bêpîlot şandin, lê tevî biryarê, meclisa ewlehiyê destwerdan nekir.

(jo)


Mijarên Din