Deriyê sînor yê Qaîm ê di navbera Sûriye û Iraqê de hate vekirin

Şêwirmendê waliyê parêzgeha Enbarê ragihand ku deriyê sînor yê Qaîm yê navbera Iraq û Sûriyeyê hate vekirin.

Şêwirmendê waliyê parêzgeha Enbarê Suad Casim Zeydan Amirî ji medya Iraqê re ragihand ku Iraq û Sûriye li ser vekirina deriyê Qaîm lihevkirin. Amirî da zanîn ku wesayîtên barhilgir dikarin derbasî Sûriyeyê bibin û bikevin nava Iraqê.

Amirî da zanîn ku pêdawîstiyên ji bo Sûriyeyê tên veguhestin, zêdetirî xwe xurek in.

Deriyê sînor yê Qaîm yek ji çar deriyên sînor yên fermî ê navbera Sûriye û Iraqê de ye. Deriyê sînor yê Qaîm dikeve parêzgeha Enbarê.


Mijarên Din