Deriyê Sêmalka ji ber barîna berfê hate girtin

Di encama barîna berfê de li bajarên herêma Cizîrê û navçeyên wê, rêya deriyê Sêmalka jî hate girtin.

Ji sala 2015`an ve berf li herêma Cizîrê nebarîbû lê ji duh ve li piraniya Rojava bi giranî dibare.

Her wiha ji ber barîna berfê trafîk di nav bajaran de rawestî, piraniya dikanan deriyên xwe venekirin. Stûrahiya berfê 15 cm li bajaran derbas kiriye û li gundan 20 jî cm.

Ji aliyekî din ve deriyê Sêmalka yê li ser sînorê di navbera Başûr û Rojava de, hate girtin. Li wê herêmê berf bi stûrahiya zêdetirî 20 cm’an bariye.

Deriyê Sêmalka rojên duşem û sêşemê ji ber berfê hatibû girtin û duh ji nû ve dest bi kar kir. Lê îro ji ber barîna berfê ya zêde dîsa hate girtin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Şamê teqîn