Deriyê El-Qayim ê di navbera Iraq û Sûriyê de hate vekirin                           

Deriyê El-Qayim ê di navbera Sûriye û Iraqê de yê li Bokemalê ku ji sala 2014`an ve girtî bû, îro li ber bazirgan û rêwiyan hate vekirin.

Ajansa Sana ya rejîma Sûriyê ragihand ku hemû bergiriyên pêwîst ên vekirina deriyê El-Qayim ê li ser sînorê Sûriye û Iraqê hatine girtin.

Roja înê Desteya Korîdorên Sînorên Iraqê diyar kir ku serokwezîrê Iraqê Adil Abdulmihdî vekirina derî erê kiriye, ji aliyekî din ve jî kalana Someriyê ya Iraqê li ser zimanê berpirsekî ragihand ku derî dê ji bo bazirganiyê û rêwiyan were vekirin.

Deriyê El-Qayim ku berê di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê de bû, li parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê dikeve û di 2017`an de hate rizgarkirin, lê ji ber komên Îranê yên li Sûriyê ji aliyên nenasan ve hatin hedefgirtin, vekirina derî dihat paşxistin.

Li ser sînorê Sûriye û Iraqê 3 derî hene, ji aliyê Iraqê ve Bokemal e ku li aliyê Sûriyê dikeve û Welîd ji aliyê Iraqê ve ku beramberî wê li Sûriyê Tenef e. Her wiha deriyê Rebîa li aliyê Iraqê ye û beramberî wê ji aliyê Sûriyê ve jî Til Koçer e.

Her 3 derî piştî ku DAIŞ`ê di salên 2013 û 2014`an de serwer kirin, hatin girtin.

(eh)

 


Mijarên Din