Derhênerên cîhanî dê nirxandina fîlmên Mîhrîcana Lêlûnê ya sînemayê bikin

Komîteyek ji 7 kesan ku hemû derhêner û nivîskarên cîhanî ne, dê fîlmên ku di Mîhrîcana Lêlûnê ya Sînemayê de werin pêşkêşkirin, binirxînin.

Di mîhrîcanê de dê 58 fîlm werin pêşkêşkirin û dê komîteya ku ji 7 derhênerên ku ji Îtalya, Meksîka, Başûrê Kurdistanê, Bakurê Kurdistanê û Misirê ne, dê nirxandina fîlman bikin.

Komîteya nirxandinê ji bo hilbijartina fîlman dê giraniyê bidin mijar, pisporiya kişandinê û  derhêneriyê. Fîlmên ku dê werin pêşkêşkirin cihêreng in, tê de belgefîlm û xêzefîlmên kurt û dirêj hene.

Komîteya nirxandinê ji van derhêneran pêk tê:

ELÎ EHMED BEDIRXAN

Derhênerê ji Misirê Elî Ehmed Bedirxan, li Qahîreyê di 25`ê Nîsana 1946`an de hatiye dinê. Kurê derhênerê ji Misirê Ehmed Bedirxan û hevsera wî hunermenda ji Misirê Suad Husnî ye. Derhênerekî sînemayê ye û di 1967`an de ji Peymangeha Bilind a Sînemayê derçûye. Piştî wê, diyariya perwerdeya di studyoyên bajarê Sînemayê ya Îtalyayê de ji bo du salan bi dest dixe. Sala 1973`yan derhêneriya yekemîn fîlma xwe ya dirêj bi navê Hezkirina Berê dike. Ji pirtûkên ku di warê derhêneriya sînemayê de nivîsandine; Nivîsîna Sînemayî û Lîstina pîşeyî di sînemayê de. Ji fîlmên wî Hezkirina Berê, Otobus, Min Rake Te Rakim, Şefîqe û Mitewelî, Xwediyên Lûtkeyê, Birçîbûn, Sponser û Jin, Zilamê Sêyemîn, Hez, Xwestek (Rexbet). Belgefîlmên wî; Însiyatîfa Cîhanî, Palm Beach, Dewlemendiya Leşkerî, Derketina Beyrûtê, Kesek Li Wir Heye, Apê Abas ê Afirîner.

Elî Bedirxan ji ber piraniya fîlm û belgefîlmên xwe gelek xelatên navneteweyî û teqdîrname wergirtin.

TOURAJ ASLANÎ

Wênekêşê sînemayê û derhêner e. Di 26`ê Kanûna 1973`yan li bajarê Kirmaşanê yê Îranê hatiye dinê. Javiks li paymengeha Kirmaşanê xwendiye. Sala 1999`an derhênera sînemayê jî li Zanîngeha Tehranê xwendiye. Derhêneriya ronîkirin û kêşandina zêdetirî 50 fîlmên sînemaya (Îran, Iraq û Tirkiyê) kiriye. Nêzî 35 xelatên navneteweyî wergirtine. Midûrê rêveber ê hinek projeyên aşopî (xeyalî) û belgefîlman e.

BAROJ AKRAYI

Nivîskar, helbestvan, wergervan û wênekêş e. Sala 1963`yan li Başûrê Kurdistanê ji dayik bûye. Sala 1974`an koçberî Îranê bûye û sala 1990`î koçberî Swêdê bûye. Sala 2010`an vegeriya Başûrê Kurdistanê. Bi xwe helbestvan û nivîskarekî Kurd e. Helbest, rexne û senaryo bi zimanê kurdî dinivîse. 6 komên helbestên wî hene. Karê wergerê jî dike. Wêjeya farisî ya navdar wergerand zimanê kurdî. Çîrokan tenê bi zimanê farisî dinivîse. Du komên çîrokan li cem wî hene. Ji berhemên wî, fîlma Bîra Kevir a ku Şekewat Emîn Kirkî derhêneriya wê kiriye.

HISÊN HESEN

Derhêner û lîstokvanekî Kurd ji Dihokê ye. Sala 1947`an li Dihokê li herêma Kurdistanê ji dayik bûye. Ji fîlmên wî yên dirêj Bîranînên li ser Kevir, Kulîlka Nercis, Mardan û Hêrman. Xelata Long Bonî ya beştirîn fîlmên aşopî (Black Storm), sala 2016`an xelata çandî ya UNESCO û xelata beştirîn fîlm di Mîhrîcana Sînemayê ya Dubey de wergirtine.

BENEDETTA ARGENTIERI

Rojnamevan û derhênerekî ji Îltalyayê ye. Ji bo malperên Îtalya û Amerîkayê dinivîse. Derhêneriya gelek belgefîlman kiriye. Niha li Benedetta li bajarê New Yorkê dimîne. Ji 2014`an ve girîngî daye herêmên şer li Iraq û Sûriyê û tevgerên jinan. Benedetta ji Zanîngeha Columbia derçûye û pileya mastir di rojnamegerî û siyasetê de wergirtiye.

APO W. BAZIDI

Nivîskarekî senaryo û derhênerekî sînemayê yê Kurd e ji Tirkiyê ye. Gelek fîlmên wî hene jê Berxwedan Jiyan e, Barê Giran, Bentalon, Destên Li Dora Cîhanê. Di gelek mîhrîcanên cîhanê de xelat ji ber belgefîlma xwe Berxwedan Jiyan e wergirtine (Mîhrîcana San Diego ya sînemayê ya navneteweyî- Mihrîcana Skad a Sînemayê, Mihrîcana San Francisco a belgefîlman).

ERIKA GONZÁLEZ FLORES

Erika González Flores ji Meksîkoyê ye. Asta bakaloryos di dîrokê de û master di dîroka navneteweyî de, dîplom di nirxandinên rêxistinê de (Zanîngeha Del Clatustro de Sur Juana) û dîploma di nakokiyên navneteweyî û xebatên lihevanînê de (Zanîngeha Iberomericana) xilas kiriye.

Wekî şêwirmendeke dîrokî hevkariya saziyên giştî mîna Kongresa Meksîkoyê û kanal Kongresê ya televîzyonê kir. Her wiha yekemîn pêşengeha jinan li Mexico City di navbera salên 2011`an û 2015`an de koordîna kir. Semînerên girêdayî sînemaya Kurd li dar xist û sala 2019`an pêşengeha Rojava ya Sînemaya navneteweyî li zanîngeha niştîmanî ya li Mexico City orgenîze kir. Her wiha tev li nivîsandina pirtûkekê girêdayî jinên êzidî yên Şengalê bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din