Derhênerekî lubnanî: Orgenîzekirina Mihrîcana Lûlonê cihê şanaziyê ye

Derhênerê lubnanî Kamil Herb diyar kir ku sînema ji hûnerên din zêdetir xwe da der, ji ber nêzî azara mirovahiyê ye û lidarxistina mihrîcanê di rewşeke wiha de cihê şanaziyê ye.

Têkildarî çalakiyên mihrîcanê û sedema beşdarbûnê, derhênerê lubnanî Kamil Herb ku bi filimê Cebel El-Ehmer beşdarî Mihrîcana Lûlonê ya Naveteweyî ya Sînamayê bûye ji ajansa me re axivî.

DI NAVA ŞER Û KOÇBERIYÊ DE LIDARXISTINA MIHRÎCANÊ BI XWE TÊKOŞÎNEK E

Derhêner Kamil Herb di destpêka axaftina xwe de ev yek got: "Ez hêvî dikim ku kesên beşdarî mihrîcanê bûne nameyên xwe bigihînin cîhanê, bi rastî destpêkê ez bi fikireya lidarxistina mihrîcanê mat mam, ji ber di rewşeke wiha dijwar de lidarxistina mihrîcanê têkoşîneke mezin e. Di heman demê de em baş dizanin ku îro vîrusa COVID-19 berbelav e, lewma lidarxistina mihrîcana sînema ya cîhanî dê zor be, îca çawa ku di nava pêlên koçberî û şer de li dar bikeve, ev tev de bûn sedem ku ez vê tecrûbeyê derbas bikim û ez beşdar bûm."

FILIMÊ CEBEL EL-EHMER TECRÛBEYEKE ZAROKATÎ YE

Der barê hilbijartina Kamil Herb ji filima Cebel El-Ehmer de, Kamil Herb da zanîn ku çîroka filim di zarokatî de pê re çêbûbû, filim behsa karîna zarokan ji derbaskirina zehmetiyan re dike, ku ji ber xwedî karîneke xeyalî ne dikarin ji mezinan bêtir astengiyan derbas bikin. Kamil Herb destnîşan kir ku ji ber sînema nêzî hestên mirovan e û qeyd û bendan nas nake xwestiye ku beşdarî mihrîcanê bibe, da ku zarokên li kampê karîna xwe bi rêya lehengên filim re nas bike û piştrast bikin ku tiştekî zor tune ye û xewnên wan her tim nêzî rastiyê ne.

LIDARXISTINA MIHRÎCANÊ DI REWŞEKE WIHA DE CIHÊ ŞANAZIYÊ YE

Derhêner Kamil Herb wiha axaftina xwe zêde kir: "Ne pêkan e çi tîmeke rêxistinkirî bi awayekî xwezayî vê pêngavê biavêje û di vê dema kurt de 150 dewletên cîhanê û 2 hezar filiman pêşwazî bike. Ev ked cihê şanaziyê û serhilindî ye. A din avakirina dikekê ji bo pêşandana filiman ji bo sala 2020`an de derfeteke zêrîn e û dihêle ku mirov filimê xwe di nava cemewaran de biweşîne, nexasim ku bala her kesî diçe ser weşana online."

SÎNEMA XÎTABÎ HESTÊN MIROVAN DIKE

Derhêner Kamil Herb bal kişand ser rola sînema û rola ku di rewşa şer de hûner pê radibe û wiha axaftina xwe dewam kir: "Di pêvajoya salan de sînema xwe ji hûnerên din cudatir da der, nexasim ku nêzî hestên mirovahiyê ye, xîtabî zikmakiya mirovan dike û her çi qasî dûrbûneke erdnîgarî û demê hebe jî têkiliyan wan bi hev heye û dihêle şerê ku li parçeyekî rû dide doza mirovahiyê be, ji ber xwedî taybetmendiyeke reaslîst e û li cem tu kesî nasekine."

(eh)

ANHA


Mijarên Din