Derhêner Sumeya Berekat: Ji êş û azaran mûcîze diafirin

Derhênera sînemayê ya Urdunî Sumeya Berekat diyar kir ku tevî zehmetî û astengiyên ku herêma Efrînê tê re derbas dibe, Mîhrîcana Lêlûn di dem û cihê guncew de hêvî da şêniyan.

Têkildarî beşdarbûna wê di Mîhrîcana Lêlûn a Navneteweyî de ku 22`ê Îlonê dest pê kir, ANHA'yê bi derhênera sînemayê ya Urdunî Sumeya Berekat re hevpeyvînek çêkir.

HEVPEYVÎN WIHA YE:

SEDEMÊN BEŞDARBÛNA WE DI MÎHRÎCANÊ DE ÇI NE, EV BEŞDARBÛNA JI BO TÊ ÇI WATEYÊ?

Ez bawer dikim ku guhertin bi gavên pir hêsan pêk tê, çi bi rêya fîlmekî be, çi jî bi pêkanîna projeyeke biçûk an nêrînekê be. Fîlman roleke mezin di tevgerkirina xeyalên min de lîst. Ji biçûkaniyê ve min dixwest ku ez karibim fikrên xwe bi rêya çîrok û kesayetan pêk bînim û tiştên girêdayî xwe bi xelkê re parve bikin, dibe ku ez wan teşwîq bikim. Fîlman roleke mezin di teşwîqkirina min de lîst û bandor li min kir.

Çîrokek hebû min her dixwest ez parve bikim, Mîhrîcana Lêlûn ev derfet da min, li min guhdarî kir û gihand hejmareke mezin ji xelkê. Her wiha bû faktoreke mezin ji bo min da ku ez berhmedariyê dewam bikim.

SEDEMA HILBIJARTINA FÎLMÊ KU HÛN PÊ BEŞDARÎ MÎHRÎCANÊ BÛNE, ÇI YE? NAMEYA KU WE XWEST BIGIHÎNIN XELKÊ ÇI BÛ?

Fîlm tecrubeyeke kesayetî ye ku ez ji mêj ve hîs dikim, lê min nikarîbû îfade bikim. Heta dema ku min rêbazekî çêkirina fîlman û kartonan dît, ku fikrên mirov dike madeyeke rastî ku tê parvekirin. Di dema berhmedariyê de min her tim girîngiya baweriya bi xebatê û hasten xwe, tîna bîra xwe da ku xebatekî rasteqîn ê ji dil de, derkeve holê.

Fîlmê "Tehit El-Zil anku (Bin Siyê)" tecrubeya yekemîn a min di çêkirina fîlman de. Ew fîlmekî tecrube ye, tê wateya ku dawiya wî vekirî ye. Her kesek xwedî tecrubeyekê ye û bi şêweyê xwe yê taybet fêm dike. Lê nameya ku min dixwest bigihînim ew e ku hêvî di hundirê me de çandî ye û heke em av bidin dê her bimîne.

MÎHRÎCAN DI MERCÊN ZEHMET Û LI KAMPÊN KOÇBERIYÊ TÊ LIDARXISTIN, HÛN VÊ GAVÊ ÇAWA DINIRXÎNIN?

Ez ji dil hemû kesên li ser Mîhrîcana Lêlûn disekinin, silav dikim. Ji ber ku wan di dem û cihê guncew de û li gel hemû astengî û zehmetiyên ku herêma Efrînê tê re derbas dibe, hêvî da şêniyên Efrînê.

ROLA HUNERÊ DI ŞER DE ÇI YE?

Huner rêbazekî dan û stnadinê û îfadekirina hest û helwestan e ku mirov nikare behsê bike. Parvekirina hunerê wekî girêdana mirovan ku heman hestan dijîn e bi hev ve da ku toreke qewîn di navbera wan de çêbibe. Ev yek vê hestê dide mirov ku "ew ne bi tenê ye" û hêviyê dide wan. Mercên ku xelk di şer de tê re derbas dibe, li gel wan hastên li gorî enerjiya di laşê wan de çêdike. Bikranîna vê enerjiyê ji bo berhemdariyê, hunerê derdixe holê.

HÛN DIFIKRIN BERÊ XWE BIDIN HERÊMÊ Û FÎLMEKÎ LI SER JIYANA ŞÊNIYAN DI KAMPÊN KOÇBERIYÊ DE ÇÊBIKIN?

Ez wê yekê pir hêvî dikim. Ji ber peywendiya yekser bi şêniyan re û şopandina rewşê ji nêz ve fikreke rasteqîn û zindî di mêjî de çêdike. Gotineke pêşiyan dibêje "Ji êş û azaran mûcîze diafirin", ez jî hêvî dikim ku van mûcîzeyên li herêma Efrînê bibînim û guhdarî çîrokên wan bikim da ku bikim fîlm û bigihînim tevahî cîhanê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din