Dergeha Fîş Xabûr nahêle şêniyên forma wan a Iraqê heye derbasî Başûrê Kurdistanê bibin

Bi sedema qedexekirina rêveberiya dergeha Fîş Xabûr a derbasbûna şêniyan ji Başûrê Kurdistanê re, zêdetirî 150 şêniyên ku forma wan a iraqî heye, li dergeha Sêmalkayê çalakî kirin.

Îro welatiyên ku forma mayîna wan li Iraqê heye, berê xwe da dergeha Sêmalkayê da ku derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê rêveberiya dergeha Fîş Xabûr a Başûrê Kurdistanê nahêle ew derbas bibin. Ji ber wê jî welatiyan li dergeha Sêmalkayê çalakiya protesteyê li dar xist.

Welatiyan berteka xwe ji biryara rêveberiya dergeha Fiş Xabûr re diyar kir û pankartên bi nivîsên daxwaza vekirina dergehê li pêş welatiyên li herêmên Bakur û Rojhilatê asê mane, hildan.

Rêveberiya dergeha Sêmalkayê ji ANHA’yê daxuyand ku tu pirsgirêk li gel wan tune ye ku welatiyên Iraqê derbasî Başûrê Kurdistanê bibin, lê rêveberiya deregha Fîş Xabûr wê yekê red dike.

(fr)

ANHA


Mijarên Din