Derbaskirina pereyan ji bo Lubnanê, bazirganî yan teror e?

Girêdayî mijara derbaskirina pereyan ji Lubnanê re, rojane dateyên nû eşkere dibin. Dadgeha Lubnanê û Gerînendetiya Îstixbaratê hîna dozê lêpirsîn dikin.

Du kesên girêdayî Tirkiyê ku miqdareke mezin ji dolaran bi xwe re rakiribûn, bi balafireke taybet ku ji Tirkiyê dihat, derbasî Lubnanê bûn. Kesên ku yek ji wan Kamil Vedat e, gotin dolar girêdayî şerîketeke xerckirina pereyan e û dê piştî ku pereyan radestî aliyê ku qaşo pere ji bo wê hatine şandin bikin, bi du saetan dê ji Lubnanê derkevin.

Her du kes roja din careke dî bi balafireke taybet vegeriyan Lubnanê û bi wan re 4 milyon û 530 hezar dolarên Amerîkî hebû. Piştî ku Hêzên Ewlekariyê ew pere dîtin, her du kes radestî Gerînendetiya Îstixbaratê kirin.

Çavdêr dibînin ku rêdana cîhazê ewlehiyê ji bo derbaskirina pereyan di cara yekê de, şaştî bû, nexasim ku her du kes ne welatiyên Lubnanê ne û agahiyên ku ji rastiya wan nehatiya bawerkirin dane. Her wiha ji wan belgeyên ku gotina wan piştrast dike, nehatin xwestin.

Her wiha derbaskirina pereyan bi vê rengî, qanûnên herêmî û hevpeymanên navdewletî ku Lubnanê ji bo têkoşîna li dijî fînansekirina terorê û sextekirina pereyan li ser îmze kiriye, binpê dike. Bi taybetî di vê rewşa ewlehî û aboriyê ya nazik ku welat tê re derbas dibe, divê tedbîrên zêdetir bên girtin.

Di encama lêpirsînana de hat eşkerekirin ku pereyên hatine derbaskirin, pereyên ne rewan ne anku çavkaniya wan nehatiye tespîtkirin.

Her  du kesên ji Tirkiyê niha li gel Gerînendetiya Îstixbaratê hatine ragirtin. Di demekê de ku hin dezgehên çapemeniyê mijarê bi têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Lubnan û Tirkiyê ve, girê didin.

(cx)


Mijarên Din