​​​​​​​Derar: Rûsya dosyaya Sûriyê ji Amerîkê bir, lê çareserî bê Amerîka ne pêkan e

Riyad Derar got, medyaya Rûsya hewl didin gendeliya saziyên Sûriyê eşkere bike û got ku ev encameke civîna Kerry û Lavrov in. Her wiha Derar destnîşan kir ku yekitiya Kurd wê xizmeta doza Kurd û pirsgirêka Sûriyê bi giştî bike.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Riyad Derar di hevdîtinekê de li gel ANHA‘yê de geşdanên dawî yên li qada Sûriyê, nakokiyên di navbera malbata Mexlûf û Esed, daxuyaniyên nûnerên Amerîka li Sûriyê James Jeffrey, rêbazên çareserkirina aloziyê bi şêwazekê ku tevahiya aliyên Sûriyê jê razî be, nirxand.

Hevdîtin wiha ye:

Di vê dawiyê de gelek pêşketin li ser qada sûriyê çêbûn, jê êrişên dezgehên çapemeniyê yên nêzî rûsya li dijî rejîma sûriyê, nakokiya di navbera  Ramî Mexlûf û Beşar El-Esed û daxuyaniyên James Jeffrey yên girêdayî sûriyê, gelo hûn çawa van pêşketinan dinirxînin?

Têkildarî êrişa li dijî rejîma Sûriyê ya ji hêla çapemeniya Rûsya ve, bi texmîna min nivîskarên van dazgehan şopdarên rewşa Sûriyê ne ku di çarçoveya tê hiştin de dinivîsin, rewşa Sûriyê dinirxînin û genedeliya tê de eşkere dikin. Ev êriş beşek ji bandorkirina li saziyên Sûriyê’ne da ku li aliyekî tawîzên din bide Rûsya’yê, li aliyê din jî destekê bide bazirgan û kesyatên aborî yên Rûs da ku qezencan bidest bixin.

Rûsya bi heqaretên xwe yên domdarî ên li dijî serokatiya Sûriyê, pevçûna hêzên leşkerî û paşguhkirina hinek fermandaran, desteserkirina nuqte û baregehên leşkerî di Sûriyê de hewl dide bêtir derbasî nav Sûriyê bibe. Lê bi awayekî yekser bi Îranê re neyê beramberî hev. Pêşbirka di navbera her duyan de xurt e. Ji ber ku tê zanîn Îranê warên siyasî, îdarî û leşkerî li welêt kontrol dike û xwedî zemînek gelêrî ye da ku çi dixwaze di dema ku dixwaze de pêk bîne. Lewra Rûsya hesabê hebûn û bandora wê dike. Ji ber wê em dibînin ku mijara hebûna Îranê li Sûriyê û fişarlêkirin ji Îsraîlê re dihêle.

Nakokiya di navbera Mexlûf û El-Esed de yek ji kaxizên girêdayî peyçûna rûsî û îranî ye. Diyar e ku Esat dixwaze destnîşan bike ku ew dikare dosyayê îdare bike û kontrol bike û hîna dikare biryarê bide. Bê guman ew dixwaze di lîstoka aborî de ya ku malbata Mexlûf kontrol dike de rolek bide malbata xwe. Nakokiya niha diyar dibe ji ber ku ya/ê xwedî hêza aborî, ya herî bi hêz e. El-Esed wek şirîk dixwaze bi rêya hevsera xwe û alîgirên wê dosyaya malî bi tena serê xwe kontrol bike.

Ji axaftin û daxuyaniyên James Jeffrey diyar dibin ku Amerîka hîna lîstoka xwe di rêvebirina aloziyan de dilîze. Ew çareserî naxwaze. Lê belê ew dixwaze berjewendiyên xwe pêk bîne. Em dizanin ku dostên Amerîka tune ne, tenê toreyek berjewendiyan hene. Berjewendiyên wê di îdarekirina aloziya Iraqê, sekinandina li hember Îranê û mijara DAIŞ`ê li Sûriyê hene. Ew jî pêwîst dike ku di herêmên petorlê de bimîne. Ji ber wê Amerîka ji van mijaran dernakeve.

Amerîka girêdayî van mijaran bi Rûsya’yê re di nava mûzakereyan de ye. Em hemû bandora hevdîtina Kerry û Lavrov dizanin. Ew civînek dîrokî bû û nexşerêya Sûriyê xêz kir. Di wê civînê de Rûsya bi dosyaya Sûriyê hate erkdarkirin. Ev jî niha rû dide.

Gelo ev pêşketin îşaret pê dikin ku lihevkirinek di navbera Rûsya Û Amerîka de ji bo çareserkirina rewşa sûriyê heye, an planek nû ji bo sûriyê heye?

Çareserî li Sûriyê hertim bi hewcedariya îmzeya Amerîkayê ye. Ji ber vê yekê heta lihevkirinên din li herêmê çênebin, parvekirin û pêşxistina têkiliyan çênebe wê çareserî pêk neyê û dê rêveberiya Amerîkayê ne aram be. Li aliyekî din jî hilbijartinên Amerîkayê hene, ku her kes li bende ye.

Ji bo ku çareserî pêk were û sûriyeyek demokratîk bê avakirin çi ji aliyên sûriyê tê xwestin?

Çareserî êdî ji destên aliyên Sûriyê derketiye. Çi îtîlafa lawaz be yan jî desteya danûstandinê be bi krîza dil ketiye û di odeya vejandinê ye. Heta rola Tirkiyê, ya bi çeteyan dilîze û wan dişîne Lîbyayê da ku şer bikin jî nemaye. Li aliyekî din jî komên niha li Idlibê jî mîna El-Nusra û komên din wek kaxizên zextê têne bikaranîn da ku Tirkiyê bi rêya wê mayîna xwe li Sûriyê mîsoger bike.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi her du sîwanên xwe yên siyasî MSD û leşkerî QSD`ê dikare rolek di çareseriya siyasî de bilîze. Lê rêveberiyeke navdewletî tune ye ku wê tev li çareseriyê bike. Ji ber ku heta niha tu lihevkirin ji bo çareserkirina aloziyê Sûriyê çênebûye.  

Heta niha hêzên serdest behsa vê rêveberiyê nekirine. Ji ber ku heta niha di îstîqrareke xweser de dijîn. Rêveberî, ji bilî hebûna Amerîkayê ya ku di şerê li dijî DAIŞ‘ê de bibû destek bi kesên din bandor nebûye. Lê texmîn hene ku Amerîkayê wê beşdarî çareseriyê bike. Bi texmîna min ev mijar wê dirêj bike.

Di vê demê de pêwîst e rêveberî têkiliyên xwe bi pêkhateyên din ên herêmê re xurt bike, mûzakere û tevlêkirinê zêde bike. Helbet lihevhatine Kurdî ya heyî dê bikeve xizmeta beşdarbûna êrênî ya di rêvebirina herêmî de. Her wiha dê siyasetekê li hemberî rageşiyan xêz bike da ku di mijara Sûrî ji aliyek vê û mijarê din xizmeta doza Kurd bike.

Çareserî di ku derê de ye?

Tevgerên MSD`ê li ser asta Sûriyê bi giştî hene ku banga kongreya hêzên demokratîk dike. Tişta ku dê karibe destkeftiyan pêk bîne yekîtiya hêzên siyasî yên demokratîk e. MSD`ê hewl dide tev li kongreya Qahîre bibe. Heger ev pêk hat dê li astek firehtir tev li prosesa siyasî bibe û tev li danûstandinê bibin û li hember rejîmê li Sûriyê liber xwe bidin.

Çalakiyên MSD`ê girîng in. Ji ber ku wêneya rastîn a çalakbûnê li ser asta Sûriyê dide û ji bo çareserkirineke rasteqîn dixebite ku karibe bi rêya kaxizên siyasî yên ku MSD`ê di hevdîtinên xwe de pêşkêş dike berdewam bike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

QSD‘ê 17 çete girtin