Derar: Guhertinek di mekanîzmaya opozîsyona Sûriyê de li gorî lihevkirina Sûriyê û aliyên navneteweyî heye - 2

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar destnîşan kir ku guhertinek di mekanîzmaya opozîsyona Sûriyê de li gorî lihevkirina Sûriyê û aliyên navneteweyî heye, lê opozîsyona girêdayî dewleta Tirk û parastina berjewendiyên Tirkiyê dike, dê dûrî pêşeroja Sûriyê be. 

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sûriya Demokrtîk (MSD) ji bo pêkanîna gavên cidî ya yekitiya Sûriyê û gihandina projeya rast a rêya çareseriya aloziya Sûriyê, her wiha derbasbûna pêvajoyeke siyasî ku mafên gelên Sûriyê pêk bîne, xebateke mezin dikin.

Ji bo pêkanîna hewldanên çareseriya aloziya Sûriyê, nûnerên MSD`ê tora civînên dîplomatîk li gelek paytext û bajarên li Rojhilata Navîn û Ewropayê didomînin û herî dawî serdana paytextên erebî jî kir û rêzecivîn li dar xistin.

‘HEWLDANÊN CIDDÎ YÊN VESAZKIRINA MEKANÎZMAYA OPOZÎSYONA SÛRIYÊ`

Gelek hevdîtin li Erebistana Siûdiyê, Îmarat, Urdin û Misrê pêk hatin. Li gorî daxuyanî û raporan, hewldanên cidî ji aliyê Erebistana Siûdî û Misrê ve hene ku dê ji nû ve mekanîzmaya opozîsyona Sûriyê ava bikin.

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar di der barê hewldanên MSD`ê de ji ANHA`yê re axivî. Derar destnîşan kir ku wan civîn li Qahîreyê li dar xistine, her wiha diyar kir ku dê encamên van koalîsyon, forumên siyasî û bandora wê li ser aloziya Sûriyê ya pêşerojê û taybet li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hebe.

‘RÛYÊ RAST Ê OPOZÎSYONA GIRÊDAYÎ TIRKIYÊ EŞKERE BÛ’

Derar destnîşan kir ku opozîsyona girêdayî derve ji hemûyan re eşkere bû û wiha got:

"Gelek dewletên Erebî û Ewropî ku desteka vê opozîsyonê dikirin, niha çetebûna wan û girêdana wan bi berjewendiyên dewletên herêmê re eşkere bû. Her wiha necidîbûna wan a lêgerîna çareseriyê ji aloziya Sûriyê re eşkere bû. Ji ber vê yekê dewlet wê ji nû ve li hesabê xwe vegerin û li ser vekişandina desteka siyasî û leşkerî ya ji bo oposzîsyonê dixebitin.”

`EM JI BO DÎTINA ÇARESERIYÊ JI ALOZIYA SÛRIYÊ RE DÛRÎ TIRKIYÊ Û OPOZÎSYONA GIRÊDAYÎ WÊ DIXEBITIN`

Derar destnîşan kir ku hewldanên ji bo vesazkirina mekanîzmaya opozîsyona Sûriyê hene. Ev guhertin dê li ser asta lihevkirinên navneteweyî li Sûriyê bin. Dê xebatên ji bo destekkirina wê bên kirin. Derar wiha domand: "Opozîsyona girêdayî dewleta Tirk dê ji bo parastina berjewendiyên Tirkiyê bimîne, lê em ê bi aliyên dîtir re ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dûrî dewleta Tirk, bixebitin."

`EM Ê BEŞDARÎ XEBATÊN SIYASÎ YÊN BÊ JI BO ÇARESERIYA ALOZIYA SÛRIYÊ BIBIN`

Hevserokê MSD`ê Riyad Derar piştrast kir ku dê MSD`ê beşdarî rêyên siyasî yên ji bo çareseriya aloziya Sûriyê bibin û hewldanên aktîfkirina projeya kongreya Qahîreyê hene û wiha got:

"Dibe ku em bi hev re vê kongreyê ava bikin. Careke din em banga kongreya Qahîreyê ya 3`yemîn dikin ku dê beşdarî wê bibin û li gorî encamên wê em ê beşdarî kongreyên din bibin. Ev yek jî dema em bibin parçeyek ji vê hevdîtinê, wê bi xwe re rêya nexşeya siyasî ya nû xêz bike û bigihîjin hemû cureyên destekan ji bo dan û standinan bi hikumeta Sûriyê re."

Sibê: Nêrîna siyasî ya hevserokê MSD`ê der barê bûyerên dawîn ên Rojhilata Navîn de

(jo)

ANHA


Mijarên Din