‘Der barê Sûriye û Lîbyayê de hesabên nû yên Rûsya û Tirkiyê hene’

Careke din Rûsya û Tirkiyê li ser qada Sûriye û Lîbyayê li hesabên nû digerin. Çavkaniyan kifş kir ku dan û standinek heye û tê de Moskov li kêmkirina hebûna Tirkiyê li Idlibê digere, di heman demê de dewleta Tirk hewl dide herêmên din ên Sûriyê dagir bike û her du alî hewl didin li Lîbyayê serweriyên xwe xurt bikin.

Di hefteya derbasbûyî de şandeyeke rûsî li Enqerayê têkildarî rewşa Sûriye û Idlibê bi hevkarê xwe yê Tirkiye re  dan û standin kir.

Dezgehên çapemeniyê behs kir ku şandeya dewleta Tirk der barê xwestekên Rûsyayê yên kêmkirina hejmara nuqteyên Tirkiyê de mat maye, lê Enqereyê jî ev yek red kir, paşê li ser kêmkirina hebûna leşkerî û vekişandina wesayitên giran li hev kir.

Wezîrê karê derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu ragihand ku der barê rewşa Lîbyayê de peymaneke nêzîk bi Rûsyayê re heye.

Der barê mijarê de nivîskar Îbrahîm Himêdî di analîza xwe ya li rojameya Şerq El-Ewsat belav kiriye de, destnîşan kir ku beriya du rojan li Enqereyê di navbera şandeya her du welatan de dan û standin çêbû, dewleta Tirk bi xwestekên Rûsyayê mat ma, ji ber daxwaza kêmkirina nuqteyên wê yên li herêmên di bin serweriya hêzên hikumetê de yên navbera Hema, Heleb û Idlibê di heman demê de çekên giran ji nuqteyên di navbera başûrê rêya Heleb-Laziqiyê de vekişîne.

Li qadê balafirên Rûsyayê  êrişên xwe yên li herêmên li Idlibê zêdtir kirin û artêşa Rûsyayê dewriyeyên bi Tirkiye re sekinand, li gel vê dezgehên çapemeniya Rûsyayê dest bi hişyarkirina ji êrişên şantajî yên ji terorîstên li Idlibê dan û Rûsyayê dibêje ku xwestekên wê ji bo girîngiya pabendiya bi peymana Moskovê ku di Adara derbasbûyî de li dar ketibû, derketine holê û armanc dûrxistina gefan ji baregeha Himêmîm bixîne û rêyên bazirganiyê bixebitînin da rêyên aborî çêbin.

Îbrahîm Himêdî ev yek li analîza xwe zêde kir: "Bersiva Tirkiye ji rikberiyê ne kêmtir e, şandeya Enqerayê ji mîvanên xwe re bi bîr xist ku peymana devkî ya di navbera her du aliyan de ji radestkirina Minbic, Til Rifet a bakurê Helebê pêk tê û artêşa Rûsyayê jî Yekîneyên Parastina Gel derxîne rojhilatê Firatê, li gel vê behsa nuqteyên leşkerî yên Tirkiye li ser xakê jî kirin. Li Idlibê û gundewarên wê zêdetirî 12 hezar leşkeran hene, bi hezaran wesayitên Tirkiyê hene.Derdora 60 nuqteyên çavdêriyê hene, hin ji wan hema bêje bûne baregehên leşkerî û bi hezaran şervanên sûrî hene û li cem artêşa Tirk û li ser sînor perwerde dibin, derdora 50 hezar leşkerên Tirkiyê hene û heke şer derkeve ew amade ne."

Li gorî nivîskarê nameya Enqereyê du berbijêrk hene; yek dibe ku di navbera başûrê rêya Helebê-Laziqiyê bi Til Rifetê û Minbicê re hesab çêbibe, wekî ku beriya niha çêbû û hêzên hikumeta Şamê bi piştgiriya Rûsyayê rojhilatê Heleb û herêmên din beramberî dagirkirina çeteyên dewleta Tirk ji herêmên Sûriye re vegerandin.

Ya duyem jî gihandina rûbirûbûna leşkerî ya di navbera gefên dualî û dosyên girêdayî hevkariya leşkerî û têkiliyên bi NATO`yê û dosyayên Lîbyayê û hinên din e.

Nivîskar dibîne ku ji nişkave çareserî derket û ew jî bi rêya berbijêrka sêyem e û ji deriyê Lîbyayê ye, ku li Idlibê agirbest û çareya siyasî ya Sûriyê ku sêalî ya garantorên gera Astanayê di bin gefan de ne.

Li Lîbyayê agirbest nêzî bûye û çareya siyasî jî aktîf dibe, bê guman axaftina wezîrê karên derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu ku behsa asta hevgirêdana her du dosyeyan kir û got ku civînên leşkerî û siyasî yên têkildarî Sûriye ku bi aliyên Rûsyayê re li dar ketin ne zêde baş bûn, ev jî gefan li berdewamiya agirbesta li Idlibê dixwe û ragihand ku heke binpêkirina ji agirbestê re berdewam bike, dibe ku rewşa siyasî jî bi dawî bibe, lê li hemberî vê yekê mizgîniya lihevkirina der barê dosyeke din da û diyar kir  ku ew dikarin bibêjin ku têkildarî rewşa Lîbyayê û girbestê ew nêzî peymanekê bûne.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din