Der barê Lîbyayê de bi serkêşiya Fransayê dê civînek li dar bikeve

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Laudrian roja yekşemê lidarxistina civîna navneteweyî der heqê Lîbyayê li NY’yê de ku dê roja pêncşema bê li dar bikeve, eşkere kir. Civîn bi armanca amadekirina kongreyeke navdewletî ya bidawîkirina şerê li welat pêk tê.

Wezîrê karên derve yê Fransayê Jean-Yves Laudrian roja yekşemê ragihand ku ew ê bi hevalbendê xwe yê îtalyayî re civînekê der barê Lîbyayê de li NY’yê roja pêncşemê bi dedefa lidarxistina kongreyeke navdewletî ya bidawîkirina xwînrijandinê pêk bîne.

Laudrian di kongreyeke çapemeniyê de beriya lidarxistina civîna Civata Giştî ya NY’yê wiha got: "Armanc, çareseriya siyasî ye. Li Lîbyayê çareseriya leşkerî ne pêkan e."

Jean-Yves Laudrian wiha pê de çû: "Ên ku baweriyê bi çareseriya leşkerî tînin, şaş û çewt in. Ji ber ku welat ber bi xetereyê ve dibin."

Her wiha Jean-Yves Laudrian hêvî kir ku divê ev civîn bibe pêngeveke destpêkê ya ber bi lidarxistina kongreyeke navdewletî ve û got: “Em bi Îtalyayê re li hev dikin. Ji ber ku ez ê vê civînê bi hevalbendê xwe yê îtalî re bi rê ve bibim.”

Laudrian wiha lê zêde kir: "Ne ku ez ê rola Hefter diyar bikin. Lê belê dê şêniyên Lîbyayê diyar bikin. Dê di diyaloga Lîbyayê ya di dawiya lidarxistina kongreya navdewletî de, diyar bibe.”

(fr)


Mijarên Din