Deqûrî: Heke yekitiya neteweyî pêk neyê em ê bikevin xetereyê

Fehid Deqûrî diyar kir ku dûrketina ji pêkanîna yekitiya neteweyî, tenê dikare bi îxanetê bê binavkirin û destnîşan kir ku heke yekitî pêk neyê, dê rewş aloztir bibe.

Bi destpêkirina Şoreşa 19`ê Tîrmehê ya 2012`an re, hin hêzên siyasî hewl didin ku refa kurdî bikin yek. Lê belê dijminên Kurdan û di serî de dewleta Tirk a dagirker ked û hewldanên pêkhatina yekitiya neteweyî asteng kirin, lewra ev hewldan negihîştin encamê, ji ber ku dijminên Kurdan di yekitiya refa kurdî de tunebûna xwe dibînin. Lewra jî êrişên xwe li ser destkeftiyên gelê Kurd û pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dan destpêkirin.

Çavdêrên dibînin ku dewleta Tirk nakokiyên di navbera partî û hêzên kurdî de bi kar anîn û piştî wê yekê herêmên  Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê dagir kirin.

Endamê Meclisa Eşîrên Kurdan a Kantona Cizîrê Fehid Mihemed Deqûrî da zanîn ku nakokî û nelihevkirinên di navbera partiyên siyasî yên Rojava de, rê li pêşiya dewleta Tirk vekir ku Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî dagir bike.

DABEŞBÛNA ME JI BO DIJMIN DERFETEK E KU ÊRIŞAN PÊK BÎNE

Deqûrî destnîşan kir ku rewşa lawazbûnê ya hin partiyên Kurdan, hêza Kurdan lawaz kir û dijmin ev yek bi kar anî û wiha got: "Êrişên dijminan zirar gihand her du aliyan. Sedema sereke ya azarên gelê herêmê ev nakokî ye."

Deqûrî bi bîr xist ku ew bi însyatîfa fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî gelekî kêfxweş bûn û her kes bi vê yekê kêfxweş e û axaftina xwe wiha berdewam kir: "Ev gaveke pîroz e. Lewra divê hemû partî dev ji ajandeyên xwe yên partiyetiyê berdin û ji bo yekitiya neteweyî kar bikin da ku erdên din ên welatê me nekevin bin dagirkeriyê."

‘EM LI BENDA ÇI NE?’

Deqûrî ev pirs kir: "Em li benda çi ne? Gelo em li bendê ne ku dijmin êrişî me bike û em careke din koçber bibin? Di rastiyê de em bi hewldanên pêkanîna yekitiya neteweyî pir kêfxweş in."

Deqûrî hêviyên xwe anîn ziman û diyar kir ku dê helbet yekitiya neteweyî pêk bê û wiha pê de çû: "Berî her tiştî, divê em herêmên xwe biparêzin. Heke yekitî pêk bê, dê bandoreke erênî li tevahî pêkhateyên herêmên Kurdan, Ereban û Suryanan bike. Her wiha dê hikumeta Sûriyê neçar bike ku piştgiriyê bide herêmê û dê rê li pêşiya çavnebariyên dewleta Tirk li herêmê bigire. Lê belê heke yekitî pêk neyê, dê rewşa herêmê aloztir bibe û em ê bikevin xetereyê."

Fehid Mihemed Deqûrî gotb heke yekitî pêk neyê, divê ev alî ji xwe bipirsin "Gelo îxanet çi ye?" û wiha lê zêde kir: "Em niha li pêşiya derfeteke mezin a pêkanîna yekitiya neteweyî ne. Dûrketina ji yekitiyê yan astengkirina wê, em dikarin tenê bi îxanetê bi nav bikin. Ez tekez dikim ku bi yekitiya neteweyî ew ê karibin dengê xwe bigihînin rejîma Sûriyê, dewleta Tirk û dewletên Ereban."

PÊKNEHATINA YEKITIYÊ RÊ LI PÊŞIYA DAGIRKERAN VEDIKE KU HERÊMÊN DIN DAGIR BIKIN`

Endamê Meclisa Eşîrên Kurdan a Kantona Cizîrê di axaftina xwe de behsa xetereyên pêkneanîna yekitiya neteweyî kir û wiha got: "Metirsiyên pêkneanîna yekitiyê êdî eşkere ne. Çawa ku Serêkaniyê, Girê Spî û Efrîn dagir kirin, dê dewleta Tirk herêmên din jî dagir bike. Dibe ku em Kobanê yan Dêrikê yan bajarekî din ji dest bidin. Lewra divê partiyên siyasî dev ji ajandeyên xwe berdin û ji bo pêkanîna nêzîkbûneke kurdî-kurdî kar bikin."

Meclisa Eşîrên Kurdan a Kantona Cizîrê sala 2013`an hat damezirandin û hemû eşîrên Kurdan digire nava xwe. Ji sala 2014`an ve meclisê navbeynkarî di navbera partiyên kurdî de kir. Lê ji ber gelek sedeman hewldanên meclisê negihaştin encameke berbiçav.

(ekîb)

ANHA


Mijarên Din