Depoyên Sirînê dê di demeke nêz de bikevin xizmetê

Piştî 7 salan ji girtinê, Rêveberiya Depoyan a kantona Kobanê biryar da ku depoyên Sirînê ji nû ve sererast bike, da ku di demeke nêz de bikevin xizmetê.

Piştî çeteyên DAIŞ`ê depoyên Sirînê di 2014`an de dagir kirin û di Nîsana 2015`an beşek jê teqand û 7 salan nexebitîn, niha Rêveberiya Depoyan

a Sirînê biryar da ku sererast bike.

Rêveberiya Aborî ya Herêma Firatê da zanîn ku pêwîstiya wan bi depoyan heye, ji ber ku dê di wergirtina genim de ku her sal ji depoyên navçeyên dîtir ên Kobanê re dihatin şandin bibe piştgiriyeke mezin, bi taybet piştî depoyên Dihlîz ji hêla çeteyên dewleta Tirk ve beriya du salan hatin talankirin.

Çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker 11 hezar û 400 ton genim ji depoya El-Dehlîz a li bajarokê Silûk ê girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî dizîn û derbasî erda Tirkiyê kirin.

Depoyên Sirînê 1995`an hatin avakirin, ji 16 yekîneyên depokirina tov, 14 ên mezin û 2 depoyên biçûk pêk tên û derdora 10 hezar ton dikeve wan.

Ev depo ji bo herêmê dê sûdmendiyeke baş be, ji ber ku nêzî bajarê Kobanê ye û rêwîtiya ber bi depoyên din ve da ku tovan wergirin kurt dike.

Li Herêma Firatê 3 depo hene ku ew jî depoya Rofî, depoya Çelebiyê û depoya Sirînê ne, tenê 2 depo dihatin bikaranîn û piştî biryara vekirina depoyên Sirînê tevahî ketin xizmetê.

Depoyên Çelebiyê û Rofî 12 hezar ton hildigirin, lê depoyên Sirînê 10 hezar ton hildigirin û pêwîstiya kantona Kobanê ya salane bi 55 hezar ton heye.

Endamê Rêveberiya Depoya Kantona Kobanê Newaf Ebdurehman wiha got: "Me pêwîstî dît ku ji nû ve depoyên Sirînê werin sererastkirin û dê di demeke nêz de bikevin xizmetê."

Newaf Ebdurehman diyar kir ku wan hewl daye depoya Beytûniyê ya Mezin sererast bikin, lê lêçûna wê pirr bû û wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ji ber vê yekê em neçar man ku depoya Hedîdtiyê sererast bikin ji ber ku pêdiviya Beytûniyê bi salekê heye ku heta amade bibe. ji ber çeteyên DAIŞ’ê odeya kontrolkirinê teqandiye."

(eh)

ANHA


Mijarên Din