‘Dema ku em şehîdekê xwe oxir dikin bi sedan kes amade ku çeka wî rakin‘

Birayê şehîd Êrîş di bin konê sersaxiyê de got,"Bila dijmin baş bizane ku  dema em şehîdekî oxir dikin, bi sedan kes ji bo çeka wî rakin û li ser rêya wî bimeşin çekê hildidin. Em soza şopandina şehîdan û rakirina şopa wan didin.”

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Êrîş Qamişlo (Eymen Elî) ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bû û sersaxî ji malbata wî re xwestin. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd hatiye vedan.

Şervanên YPJ/YPG/QSD`ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, endamên HPC`ê, nûnerên saziyên sivîl, endamên komîn û partiyên siyasî tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Medîha Şikrî û Mihiyedîn Hesen, bi navê PYD`ê Nîzamedîn, bi navê YPG`ê fermandar Gabar Hesnî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Êrîş Qamişlo re hate xwestin. Her wiha bal dişandin ser têkoşîn û berxwedana zarokên Bakurê Sûriyê û rizgarkirina axa xwe dayîne. Di axaftinan hat  diyarkirin ku divê herkes parastina destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin bike.

Bi navê malbata şehîd Êrîş biryê wî Emced Fayiz axivî û got,"Bila dijmin beriya her kesî zanibe ku dema em şehîdekê xwe oxir dikin, bi sedan kes amade ne ku çeka wî rakin û bibin şopdarê rêya wî.Yekitiya pêkhateyên Bakur Sûriyê ji bo parastina axa welatê xwe erka her kesê ji ku welatê xwe hez dike û em soz didin ku şopa şehîdan bişopînin.”

Her wiha zaroka bi navê Rofelda Umer helbestek li ser şehîdan xwend û diyarî cane şehîd Êrîş kir.

 (bx)

ANHA


Mijarên Din