Dema hilbijartina pêşwext a Iraqê diyar bû

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî eşkere kir ku wê roja 6’ê Hezîrana 2021’an hilbijartina peşwext li Iraqê pêk were.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî yê 2 mehe dest bi wezîfeya serokwezîrtiyê kiriye, dema hilbijartina pêşwext eşkere kir. Kazimî di gotara xwe ya derbarê rewşa Iraqê got ku wê 6’ê Hezîrana 2021’an de hilbijartina pêşwext pêk were.

Kazimî destnîşan kir ku ji bo welat ji destê gendelkaran rizgar bikin dest bi çend guhertinên îdarî kirine û kontrolkirina deriyên sînor weke mînak nîşan da.

Kazimî diyar kir ku dest bi pêngava hilberîna gazê kirine û destwerdana welatên cînar  a li Iraqê red kir.

Têkildarî xwepêşandan jî Kazimî dubare kir ku derbarê dosyayê de dest bi lêpirsînê kirine û got ku yên ku destê wan bi xwîna zarokên Iraqê sore wê biçin li ber dadgehan.

Serokezîrê Iraqê Mistefa Kazimî destnîşan kir ku rêbaza pêkanîna hilbijartinê destpê kirine û got ku wê 6’ê Hezîranê hilbijartina pêşwext pêk were. Kazimî ji parlamentoyê xwest ku yasaya hilbijartinê temam bike.

 


Mijarên Din