Di erdeja 6ʹê Sibata borî ya ku Bakurê Kurdistanê û Tirkiye rû da û bandor li Sûriyeyê kir de eşkere bû ku dewlet li berjewendiyên xwe tenê digerin. Her wiha diyar bû pêwîstiya civaka birêxistinkirî bi hêzên navneteweyî tune ye.
Ev yek di helwesta hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker a têkildarî alîkariyên ku Rêveberiya Xweser ji bo mexdûrên erdhejê şandibûn, derket holê. Hikumeta Şamê dest danî ser beşeke mezin a alîkariyan û dewleta Tirk jî nehişt alîkarî derbasî herêmên dagirkirî bibin.
Di vê çarçoveyê de cîgira hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El Hamid anî ziman ku hikumeta Şamê û dewleta Tirk a dagirker ji yekitiya gelê Sûriyeyê ditirsin, ji ber ku yekitiya gelan li ser siyasetên wan ên zordest gefeke e. Nûra El Hamid got, dema gel bibe yek dê bi ser keve û dê daxwazên hêzên zordest têk biçin.
Nûra El Hamid bi bîr xist ku Rêveberiya Xweser bang li hemû rêxistinên mirovî, navneteweyî û hiqûqî kir ku fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku destûrê bide ku ev alîkarî derbasî herêmê wêranbûyî bibin, lê alîkarî gelek dereng man û negihaşt mexdûran.
Cîgira Hevserokatiya Meclisa Rêveber a Minbicê Nûra El Hamid destnîşan kir ku karesata erdhejê, asta hevgirtina gelê Sûriyeyê nîşan da û çawa destek dan hev bêyî ku xwe bispêrin tu dewelatan û wiha domand: “Rêveberiya Xweser ji dema ku hatiye damezirandin ve banga hevgirtinê li gelê Sûriyeyê dike. Her wiha banga çareserkirina hemû pirsgirêk û nakokiyan bi rêya diyalogan ya bêyî mudaxeleya derve dike.”
(şx)
ANHA