Dîbo: Rêveberiya Xweser alternatîfa çareseriya krîza Idlibê ye

Endamê Desteya Sêrokatiya MSD’ê  Sîhanok Dîbo destnîşan kir ku sedema kûrbûna krîza Idlibê ew e ku tu amadekariyên dawî ji bo çareseriya pirsgireka Sûriyê nayên kirin û got: “Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgireka Idlibê alternatîf e.”

Krîza Idlibê her ku diçe mezintir dibe. Dibin navê herêma qaşo bêçek li gor peymana Rûsya û Tirkiyê, herêm rastî êrîş û şer tê. Di navbera hêzên rejîma Sûriyê û çeteyên dewleta Tirk a dagirker de jî şerên dijwar rû didin. Di encama êrîşan de gelek sivîl jiyana xwe ji dest didin û çete jî tên kuştin.

Endamê Desteya Sêrokatiya Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD)  Sîhanok Dîbo tekildarî krîza li Idlibê ji me re axivî.

Dîbo ji bo çareseriya krîza Sûriyê peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya Sûriyê navnîşan da û got: “Divê hemû kesên ku bi pirsgireka Sûriyê re mijûl dibin ji vê peyamê sûd bigrin. Mêkanîzmaya çareseriyê di vê nameya Rêber APO de ye.”

‘Rêveberiya Xweser ji bo krîza Idlibê  alternatîf e’

Dîbo anî ziman ku sedema kûrbûna krîza li Idlibê ew e ku tu amadekariyên dawî ji bo çareseriya pirsgireka Sûriyê nayên kirin û got: “Krîza Idlibê bi çareseriya pirsgireka Sûriyê re giredayî ye. Formula çareseriya pirsgireka Sûriyê ji du aliyan pêk tê. Aliyek tinekirina terorê, aliyê din jî şêwazê alternatîfa gûhertina li Sûriyê ye. Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya pirsgireka Sûriyê alternatîf e. Ji bo ewlehî, aşîtî û mekanîzmaya çareseriyê divê Efrîn bê rizgar kirin. Rizgarkirina Efrînê wê bandorek gelek mezin li rizgarkirina Îdlibê jî bike.”

Dibo destnîşan kir ku sponsorên Astana heya qonaxa Idlibê lihev kiribûn û got: “Civîna Astana ya qaşo di bin avê kêmkirina aloziyê de hat lidarxisin, Sûriye parçe kir. Dibin wî şêwazê lihevkirinê de gelek cîh radestî rejîma Sûriyê hatin kirin û komên çekdar di Idlibê de hatin komkirin. Sponsorên Astanayê heya gihîştin qonaxa Idlîbê di nav lihevkirinê de bûn. Lê  di Îdlibê de ev şêwaz nema dikare berdewam bike. Li Idlibê ger lihevkirinek navnetewî bi şêwazê rizgarkirina Idlibê çênebe, wê ev krîz berdewam bike.”

‘Lihevkirina bi çareseriyê re  nakokin’

Dîbo anî ziman ku lihevkirinên heya niha ji bo krîza Idlibê çêbûne, têkildarî parastina berjewendiyan in û got: “Her dema ku di lihevkirinan de dibejin em ê herêmên “bêçek” avabikin li dijî wê ewqas çek zêde dikin. Ev lihevkirin bi çareseriyê re nakokin. Dewleta Tirk a dagirker bi salane piştgiriya çeteyan dike. Nabe ku garantorek piştgiriya çeteyan bike. Ev bi xwe nakokiyek e.”

‘Tirkiye li Îdlîbê ketiye bîrê’

Sîhanok Dîbo diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di Sûriyê de, teybet li Idlibê ketiye bîrê û wiha pê de çû: “Tirkiye ketiye rewşeka ku êdî nikare biryaran bistîne. Eger Tirkiye li Idlibê bimîne yan derkeve jî pirsgirêke. Siberoja Tirkiyê tarî û aloz e.  AKP û Recep Tayîp Erdogan bandorek neyînî destpêkê li gelê Tirkiyê û li hemû gelên Rojhilata Navîn dikin. Divê gelê Tirkiyê bertekên mezin nîşanî van polîtîkayan bidin.”

(bm)

ANHA 


Mijarên Din