​​​​​​​Dayîreya Şûnwaran: Divê şandeyên şûnwaran bi berpirsiyarên xwe rabin

Rêveberê Dayîreya Şûnwaran a kantona Hesekê Ednan Berî ji şandeyên şûnwaran xwest ku ji bo parastina cihên dîrokê yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi berpirsiyarên xwe rabin. Her wiha piştrast kir ku parastina şûnwaran parastina dîroka mirovahiyê ye.

Dema ez behsa şûnwarên li Sûriyê dikin, tê wateya ku em behsa nasnameya dîrokî ya dîroka kevin a Rojhilata Navîn dikin. Ev cografiya ku girîngtirîn vedîtinên şaristaniyê wekî yekem alfebeya di dîrokê de, yekem nîşeya mûzîkê û gelek vedîtinên din ên girîng pêşkêşî cîhanê kir.

HERÊMA CIZÎRÊ XWEDÎ 143 CIHÊN DÎROKÎ YE

Lewra, Sûriye yek ji welatên cîhanê yên herî zêde cihên dîrokî lê hene û nexasim herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.  Tenê li herêma Cizîrê ku li wê cografiyayê gelek netew, mezheb û ol derketin,  derdorê 143 cihên dîrokî hene.

Herêma Cizîrê belgeyên dîrokî yên girîng ku li girên dîrokî ne û temenê wan vedigere beriya bi deh hezaran salan, pêşkêşî tevahî cîhanê dike.

JI BO BELGEKIRIN Û PARASTINA CIHÊN DÎROKÎ, RÊVEBERIYA XWESER DESTEYA TURÎZM Û PARASTINA ŞÛNWARAN AVA KIR

Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re, gelê Sûriyê gelek cihên dîrokî yên kevnar wenda kir. Hem nirxên manewî yên gelên li wan cihan mane, hem jî nirxên madî wekî şûnwar û bajarên kevin û nû ji ber şer, destdirêjî û bazirganiya komên çeteyan ên piştgiriya xwe ji derve digirin, ji dest dan.

Ji ber rewşa tevlîheviyê û şerê ku zêdetirî 9 sal in berdewam dike, da ku şûnwarên li herêmê bên parastin û belgekirin û nekevin destê komên çeteyên terorîst, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sala 2014`an "Desteya Turîzm û Şûnwaran" ava kir.

ZÊDETIRÎ 60 CIHÊN DÎROKÎ DI BIN SERWERIYA DEWLETA TIRK A DAGIRKER DE NE

Dewleta Tirk bi alîkariya çeteyên ji Sûriyê gelek bajarên bakurê Sûriyê dagir kir. Li wan bajaran bi dehan cihên dîrokî hene. Li gorî çavkanî û hin dîmenên ku belav bûne, dewleta Tirk û çeteyên wê şûnwarên ku dîrok û çanda gelên herêmê reva dike, didizin.

Li gorî daneyan, hejmara cihên dîrokî yên ji herêma Serêkaniyê heta herêma Girê Spî ku di bin serweriya dewleta Tirk a dagirker de ne, zêdetirî 60 ye.

Beriya aloziya Sûriyê, şandeyên ji Ewropayê li 8 cihên dîrokî yên li herêma di navbera Serêkaniyê û Girê Spî de (Xiwêra, Sebî Ebyad, Hemam Turkmen, Til Helef û Fixêriyê) û gelek cihên din ên dîrokî û girîng li herêmê, kar dikirin.

Ji destpêka ku di Çileya 2014`an de hatiye avakirin, Desteya Turîzm û Parastina Şûnwaran a herêma Cizîrê li ser belgekirin û parastina cihên dîrokî yên li herêmê ji destdirêjiyê, kar dike.

Rêveberê Dayîreya Şûnwaran a kantona Hesekê Ednan Berî dibêje wan gelek cihên dîrokî li herêma Cizîrê bi taybetî yên ku di bin serweriya çeteyên DAIŞ`ê û komên çeteyan de bûn, belge kirine. Her wiha gelek cihên din li nêzî çemê Belîx li herêma Girê Spî bi wêne û belgeyan, belge kirine.

KOORDÎNEYA DI NAVBERA DESTEYÊ Û ŞANDEYÊN BIYANÎ DE

Li aliyekî din, desteyê bi rêya çalakiyên xwe yên girêdayî parastina şûnwaran karîbû ku bala şandeyên biyanî ku berê li herêmê kar dikirin, bikişîne. Rêveberên desteyê û şandeya Amerîkî ku li Girê Mozan ê dîrokî yên li rojhilatê navçeya Amûdê kar dike, di kongreyeke li Beyrûtê de bi awayekî fermî civiyan.

Her wiha du rêxistinên Almanyayê yên zanîngeha "Marburg" vexwendinnameyeke fermî ji desteyê re pêşkêş kir. Di hevdîtinê de rewşa herêmê û çawaniya rêveçûna xebatên hevbeş ên pêşerojê, her wiha kar û xebatên hevbeş ên restorekirina gelek cihên dîrokî wekî Girê Beyder ê dîrokî yên li herêmê Cizîrê û gelek cihên din ên dîrokî, mijarên nîqaşê bûn.

Ednan Berî îşaret pê kir ku ew bi hemû şandeyên şûnwaran ên biyanî ku li herêmê kar dikirin re di peywendiypê de ne û gelek şandeyên ku der barê cihên dîrokî de ji bo parastin û belgekirina şûnwaran, şêwirên zanistî pêşkêşî wan dikin, hene.

Şandeyên behsa mijarê, tevî alavên xwe li malên ku li nêzî cihên dîrokî ava kirine diman û piştî aloziya Sûriyê neçar man ji herêmê derkevin.

Berî wiha got: "Ew alav li gel me parastî ne. Ji destpêka aloziya ve me hewl da ku malên şandeyên şûnwaran ji cihên şer bibin cihê bi ewle. Her wiha me arşîva wan bi rêbazên zanistî yên misoger parast û ew di vê der barê de agahdar kirin."

HEDEFGIRTINA HERÊMÊN DÎROKÎ, TUNEKIRINA ÇAND Û NASNAMEYA GELÊN HERÊMÊ YE

Desteya Turîzm û Şûnwaran gelek cihên dîrokî wekî Goristana Ferhiye, Ebo Cîdarî, Til Beyder û Keleha Sukera tevî gelek cihên din, ji bo parastina wan ji rewşên hewayê yên xerab, restore kir.

Komên çete, dewleta Tirk a dagirker û gelek dewletên ku dest li kar û barên Sûriyê werdane, bi rêya hedefgirtina herêmên dîrokî tunekirina çand û nasnameya gelên herêmê armanc dikin.

PARASTINA ŞÛNWARAN, PARASTINA DÎROKA MIROVAHIYÊ YE

Rêveberê Dayîreya Şûnwaran a kantona Hesekê Ednan Berî di dawiya axaftina xwe de bang li hemû rêxistinên navnetewî û şandeyên şûnwaran ku li herêmê kar dikirin kir ku bi berpirsiyarên xwe rabin. Ednan piştrast kir ku parastina cihên dîrokî, parastina dîroka mirovahiyê.

(cx)

ANHA


Mijarên Din