Dayîkên şehîdan, tecrîda li ser Rêber Ocalan şermezar kirin

​​​​​​​Dayîkên şehîdan ên kantona Efrînê tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: “Divê tecrîda li ser Rêber Ocalan were rakirin.”

Piştî 8 salan parêzeran û malbata Ocalan di 2’ê Gulanê, 22’ê Gulanê, 12’ê Hezîranê, 18’ê Hezîranê û herî dawîn jî di 7’ê Tebaxa 2019`an de bi Rêber Ocalan re civiyan. Lê ji wê hingê û heta niha dewleta Tirk rê nedane parêzeran bi Ocalan re bicivin. Li ser vî esasî dayîkên şehîdan ên kantona Efrînê tecrîda li ser Abdullah Ocalan şermezar kirin.

Emîna Qelaq dayîka şehîd Dilyar Efrîn ku di Berxwedana Rûmetê de şehîd bûye, got: “Em bi saya firkir û felsefeya Ocalan hişyarbûn, ji komkujî, qirkirin û tunebûnê rizgar bûn.”

Emîna bang li hikumeta Tirk kir ku tecrîda li ser Rêber Ocalan rakin û li dijî dagirkeriyê soza berdewamkirina berxwedanê da.

Dayîka şehîd Engîzek Harûn Xedîcê Elo wiha anî ziman: “Çareseriya aloziya Sûriyê bi rizgarkirina Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Lê dewletên komploger nexwazin aloziyê çareser bikin. Dewletên faşîst naxwazin çareseriyê ji aloziyê re bibînin, lewma tecrîd tundtir kirin û li dijî gelên herêmê komplo zêdetir kirin. Isbata vê yekê kiryarên li dijî gelên Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî daye meşandin.”

Diya şehîd Canxurt, Asya Abdo tecrîda li ser Ocalan şermezar kir û got: “Felsefeya Ocalan gelên bindest rizgar dike. Lewma em bang li hikumeta Tirk dikin ku tecrîdê li ser Ocalan bi dawî bikin.”

(eh)

ANHA


Mijarên Din