Dayîka şehîd Jîndar Pakrewan wesiyeta keça xwe anî cih

Di bin konê serxsaxiya şehîd Jîndar Pakrewan de dayîka Cîhan Şêxo wesiyata keça xwe anî cih û di merasîma şehadeta wê de tilîlî berz kirin.

Maclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê merasîma sersaxiya şehîd Jîndar Pakrewan (Sultana Şêxo) a ku di 24`ê Cotmehê de di Berxwedana Rûmetê de li Girê Spî şehîd bûye orgenîze kir. Konê sersaxiyê li taxa Şêxmeqsûd li beşa rojava li ber mala malbata  şehîd hate vedan.

Bi sedan şênî, nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî tev li merasîmê bûn.

Merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre gelek axaftin ji hêla Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Giştî ya Taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ve hatin kirin. Axaftvanan sersaxî ji malbata şehîd re û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwestin.

Her wiha bi bîrxistin ku berxwedana Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê li tevahiya cîhanê deng vedaye. Her wiha destnîşan kirin ku ew şopdarên şehîdan in û dê piştgiriya Berxwedana Rûmetê û Serdemê heya derxistina dagirkeran û pêkanîna serkeftinê bikin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zelîxa Qember wesîqeya şehadetê xwend û radestî malbata wê kir.

Paşê dayîka şehîd Jîndar Pakrewan Cîhan Şêxo axivî û got: "Dema keça min biryar da tev li YPJ`ê bibe destpêkê ez nerazîbûm. Lê dema min asta êrişan û zulma gelê me bi giştî û jinê bi taybet ji hêla dewleta Tirk a faşîst û komên çeteyan ên girêdayî wê dît, ez qenat bûm ku wê biryara rast girtiye. Ji ber ku li gel van şertûmercan divê hemû hebûna gel biparêzin. Îro ez bi keça xwe serbilind in. Ji ber ku ew di rêya rûmetê, şerefê û têkoşînê şehîd bû."

Di dawiyê de got: "Keça min wesiyet li min kir ku sê caran di merasîma oxirkirina wê de tilîliyan berz bikim. Li ser wê dayîka şehîd wesiyeta keça xwe di nav berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re anî cihî."

(şx)

ANHA


Mijarên Din