Dayîk û hevjînên şehîdan: Serkeftin para me ye

Dayîk û hevjînên şehîdan di konê çalakiyê de destnîşan kirin ku dengên wan ji dengên tangan bilintir e û serkeftin para wan e.

Rêveberiya jin a Reqayê û gundewarên wê bi çalakiyên xwe Roja Cîhanî ya Tekoşîna li Dijî Şideta li ser Jinan a bi dirûşmeya "Dagirkerî şidet e.. bi berxwedana Hevrînê em ê faşîstê têk bibin" didome, jinan konê çalakiyê li herêma Keramê li rojhilatê bajêr danîn.

Kon bi al û sembolên şehîdan û sembolên silavkirina berxwedana jina azad û wêneya Hevrîn Xelef xemiland, li kon endamên rêveberiya jin a xeta rojhilat û buroya jin a perwerdeyê û meclisa malbatên şehîdan amade bûn.

Çalakî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama rêveberiyê Zelîxe Ebdî axivî û wiha got: "Ev şerê qirêj ku hîna di komployên xwe de didome da ku aloziya Sûriyê hîna demdirêj bike, ji bo gelê Sûriyê jihev bixe, di encama wê de bi hezaran gelê Sûriyê koçber bû, mînaka ber biçav Girê Spî û Serêkaniyê ye."

Her wiha Ibtîsam Ehmed bi navê rêveberiya meclisa malbatên şehîdan a herêma Keramê axivî û diyar kir ku bi berxwedana wan li dijî dagirkeriya Tirkiyê didome û piştrast kir ku ew wek hevjîn û dayîkên şehîdan teqez dikin ku serkeftin para me ye.

Ibtîsam wiha domand: "Em wek dayîk û hevjînên şehîdan bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafnas û peywendîdar dikin ku sûckarên şer bigirin û di dîtina çareseriya aştiyan e ji aloziya Sûriyê re dûrî çareseriya leşkerî bixebitin."

Piştî axaftin bidawî bûn, belgefîlimek der barê aloziya ku li Sûriyê rû dide û heta rizgarkirina Bakurê Sûriyê ji DAIŞ`ê û vejandina herêmê hate pêşandan.

Paşê Beraim El-Tifûle şanoyek pêşkêş kir.

(jo)

 ANHA


Mijarên Din